* Berdevkê Rêxistina Bajêr ê DEM Partiyê ya Stenbolê Çetîn Yildiz diyar kir ku ew li bendê ne ku di 16ê Gulanê de çepgir, ciwan, demokrat, sosyalîst, jin û tevahî beşên civakê tevlî meşa “Gavek ji bo aşitiyê” bibin û got: “Demokratîkbûyîna Tirkiyeyê girêdayî azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan e.”
* Waliyê Hewlêrê Omîd Xoşnav ku tev li forûma aştiyê bû destnîşan kir ku divê Tirkiye gavên lezgîn biavejê ku aştî li herêmê bi cih bibe û diyar kir ku di serî de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan divê hemû girtiyên siyasî bên berdan ku baweriya bi pêvajoyê xurt bibe.
* Her sal di 15ê Gulanê de, Kurd li çar aliyê Kurdistan û cîhanê Cejna Zimanê Kurdî bi coş û çalakiyên cur bi cur pîroz dikin. Ev roj, ne tenê rojeke asayî ye di heman demê de sembola vejîn, parastin û pêşxistina nasnameya neteweyî ye.
* Berpisyarê Peywendî ya Zaningeha Amerîkî ya Dihokê Arî Zewîtey diyar kir ku xeteriyên aştî ji bo hemû cihanê mijareke sereke û girîng e û destnîşan kir ku ji bo mafxwestina gelan divê rêzgirtin hebe û daxwaz were bicihanîn.
* Mamosteyên Zimanê Kurdî Mevlut Aykoç û Salîh Tunalî bal kişandin ser bêstatuhiştina zimanê Kurdî û gotin: “Statuya ziman ne bi gotin û sloganan lê bi parastin û çalakiyan tê bidestxistin.”
* Ciwanê bi navê Seyîtxan Pala ku piştî qedandina beşa endezyariyê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê ji ber betalî û nebûna derfetan, berê xwe da pîşeya bav û kalan û ev deh sal in li zozanên Colemêrgê mêşvaniyê dike.
* Ferhat Yildiz û Fînce Akman diyar kirin ku Rêveberiya Girtîgehê ya Bakirkoyê bi hinceta silavdayînê mehekê hevdîtinê li wan û girtiyan qedexe kiriye û wiha gotin: “Girtî hemû jî wekî xizmên me ne. Çiqas ceza bidin me jî em ê her dem silavê bidin hevdu.”
* Aktivîstê mafên mirovan ê Îranê Shahrokh Tavakoli rewşa Îranê nirxand û diyar kir ku rejîma îslamîst ji bo dengê muxalifan bibire atmosfera şer diparêze û got: “Armanca bingehîn a rejîmê parastina vê atmosfera şer e da ku her daxwazeke rewa ya gel bi hinceta ku ‘welat di şer de ye’ bitepisînin.”
* Bihar li navçeya Girê Sor ango Sêwregê bi kulîlkên sor xemla û xêla xwe nîşan dide. Kulîlkên sor ku li zeviyên beyar bi xwezayî şîn bûne, bi sedan donim zevî sor kirin e. Nav kulîlkan bûye cihê geştiyariya welatiyan û ev deryaya kulîlkan xwe raberî mirovan dike.
* Forûma Aştî û Azadiya Civakî ya ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê organîzekirin, dê di roja sêyemîn de bi çalakiyên cihêreng berdewam bike. (09:00-19:00)
* Di çarçoveya Forûma Aştî û Azadiya Civakî de dê bi tevlibûna rojnameger Tûgçe Tatarî û Ercan Îpekçî li Komeleya Çand û Hunerê ya Amargiyê ya li Sûrê atolyeya “Rojnamegeriya Aştiyê” bê lidarxistin. (13:00)
* Di çarçoveya rêzekonserên 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de ku KURDÎGEH, Komeleya Aryen Hunerê û ŞanoWan bi hev re li dar dixin, dê Koma Lez û Bez konserekê li dar bixe. (19:00)
* Rêxistinên Elewiyan ên li Îzmîrê, derbarê bûyerên qetilkirin û revandina jinên Elewî yên li Sûriyeyê, dê li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylanê ya li Alsancakê daxuyanî bidin çapemeniyê. (19:00)
Kirmanckî
* Avûkat Mehmet Emîn Gokdemîrî, seba ziwanê Kurdkî dîyar kerd ke wextê Osmanlî ra heta nika kurdî nêyenê hesibnayiş û wina domna: “Seba ziwanê Kurdkî ganî Qanûnê Bingeyinî bibedilîyê. 15ê Gulane Roşanê Ziwanê Kurdkî de ganî no proses bêro ca û heqê ziwanê dayîke bêro dayîş.”








