Ciwanên ku beşdarî Newroza Amedê bûn, posterê mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rakirin û meşiyan.
Bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Tevgera Jinên Azad (TJA), bi dirûşma, “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” li qada Newrozê ya Amedê bi tevlêbûna sed hezaran cejna Newrozê tê pîrozkirin. Bi sed hezaran kesên beşdarî Newrozê bûne, bi coşeke mezin li ber stranan govendê digerînin. Komek ciwan ên beşdarî Newroza Amedê bûn, posterê mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rakirin û bi dirûşma “Bijî Serok Apo” meşiyan.