Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtinên xwe yên dawî de balê dikişîne ser sosyalîstbûn û rêxistinkirinê. Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan peyama Abdullah Ocalan parve kir û got: “Serok got: Sosyalîstbûn civakîbûn e, civakîbûn jî tê wateya meşa bi gel re.”
Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan wekî endamê malbatê di roja duyemîn a Cejna Remezanê de serdana Girava Îmraliyê kir. Omer Ocalan naveroka hevdîtinê ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re vegot. Gotinên destpêkê yên Omer Ocalan silavên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ji bo gel bûn. Omer Ocalan destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan gotiye; ‘Hûn çûn ku derê silavên min bibêjin’ û wiha axivî: “Bi israr destnîşan dike ku ev yek hevdîtineke malbatî ye. Dixwaze ev hevdîtin weke serdana heyeteke siyasî yan jî parêzeran neyê dîtin. Mafê her girtiyekî ye û divê malbat karibin bi rêk û pêk hevdîtinê bikin. Diyar dike ku serdana malbatê divê bi sedemên siyasî neyê astengkirin.”
Omer Ocalan anî ziman ku di çarçoveya serdana malbatê de hevdîtin 31ê Adarê pêk hat. Omer Ocalan qala sohbeteke balkêş a navbera bavê xwe Mehmet Ocalan û apê xwe Abdullah Ocalan de kir û got: “Di hevdîtina dawî ya li Îmraliyê de-di çarçoveya hevdîtina malbatê de bû-bavê min beriya bi 50 salî qala bîranînekê kir û Serok jî tevlî vê bîranînê bû. Bi wesîleya 4ê Nîsanê vegotina vê bîranînê gelekî bi wate û hêja ye. Dibe ku lê rast hat. Bavê min qala bîranîneke destpêka salên 1976-77an kir û got, ‘Tu û Cemîl Bayik hûn hatibûn malê. Dayika min xwarin ji we re çêkiribû. Dema ku xwarin dixwar bavê min ji ber derî li hundir nihêrî û got, ‘We têkoşîna ji bo komunîzm û sosyalîzmê dimeşand. Niha jî hûn dibêjin ji bo Kurd û Kurdistanê bi rê ketine. Têkoşîna Kurdîtî û Kurdistanê ji têkoşîna komunîzmê hîn girantir e. Hûn ê gelekî biwestin’. Serok jî got, ‘Tê bîra min. Bavê min tiştekî bi vî rengî jî got, ‘Hûn ketine doza Kurdîtiyê, Şêx Seîd jî ji vê rêyê debas bû. Şêx Seîd berdêlên gelekî giran da. Eşîra wî hebû, malbat û derdora wî hebû. Kesekî we nîne, eşîra we jî nîne. Hûnê di vê dozê de zehmetiyê bikişînin’.
Piştî vê gotinê, rastiya gelekî afirî û niha gihîştiye bi milyonan mirovan. Eger mirov di şexsê Birêz Ocalan de xwe dibînin, divê ev yek weke jinûve vejîna gelekî ya bi têkoşîna siyasî ya 52 salan bê dîtin. Birêz Ocalan 76 salî ye. Temenê wî bi berxwedan, bi têkoşînê derbas bû. Ewladê gelekî xizan e. Ji vir rabû, bi hevalên xwe re, bi koma bi giranî ji nava gel, ji nava gund yan jî bajaran, bi 6 kesan destpê kir û îro veguherî bi milyonan mirovî û li tevahiya cîhanê deng vedaye. Di daxuyaniya 27ê Sibatê de jî hate dîtin ku Neteweyên Yekbûyî, Emerîka, Ewropa, Rûsya, Çîn erênî nêzî vê pêvajoyê dibin, daxuyaniyên erênî dan. Piştgiriya xwe nîşan dan. Ji bêkesan veguherî bi milyonan mirovan. Perspektîfê pêşkêşî Rojhilata Navîn dike. Modelê pêşkêşî Rojhilata Navîn dike. Li ser tiştên bi vî rengî axivîn.”
Divê hevdîtina bi malbatê re bi rêk û pêk bêne kirin
Omer Ocalan li ser derfetên Rêber Apo yên têkildarî şopandina rojevê jî got: “Birêz Ocalan bi kêm derfetan, hin qenalên Tirk dişopîne. Li wê derê hin tiştan dixwîne, dinirxîne. Hevdîtina me ya malbatê derdora saet û nîvekê dewam kir. Serdaneke malbatî bû. Li gel serdana malbatî jî bû li ser gelek tiştan axaftin hate kirin. Ji ber ku hûn bi Birêz Ocalan re hevdîtinê dikin. Serdana malbatê girîng e. Em dixwazin hiqûqa malbatê bê parastin. Di mewzûat, qanûn, destûra bingehîn, qanûna înfazê ya Tirkiyeyê de çi tê ferzkirin, hem ji bo Birêz Ocalan he jî ji bo Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş, Omer Hayrî Konar ên li gel wî ye, divê hiqûqa wan bê parastin. Ji xwe parêzer têne astengkirin. Bi salan hevdîtin nehate kirin. Qet nebe di cejnê de yan jî hevdîtina malbatî yıa 15 rojan carekê ya di mewzûatê de heye, divê bi rêk û pêk were kirin.”
Bûyerên li Rojhilata Navîn ji nêzîk ve dişopîne
Omer Ocalan têkildarî nirxandinên siyasî yên Rêber Apo jî wiha got: “Paradîgmaya ku Birêz Ocalan destnîşan kir, xwedî perspektîfeke wisa ye ku sed salî dikare bi rê ve bibe. Divê her kes bi vê perspektîfê lê binihêre. Bêguman di siyasetê de li Rojhilata Navîn, li Tirkiyeyê siyaset li ser tevlîheviyê tê meşandin. Cihêkariya etnîkî û baweriyê tê kirin û mirov ji ber nasname û baweriya xwe di nava kategoriyan de têne cihê kirin. Birêz Ocalan van nêzîkatiyan datîne aliyekî. Sîstemeke nû ya cîhanê, sîstemeke nû ya rêveberiyê pêşkêş dike. Yanî Elewî çawa dikare bi Sûnî re bijî, Suryanî çawa bi Ermenî re, Ermenî çawa bi Misilman re, Kurd çawa bi Tirk re, Ereb çawa bi Fars re dikare bi rengekî mirovane bijîn? Paradîgmaya vê destnîşan dike. Formula van hemûyan ji aliyê Birêz Ocalan ve hatiye nivîsandin. Divê dewlet, desthilatdarî û rayedar bi vê cidiyetê nêzîk bibin. Afirandina çareseriyê, avakirina aştiyê û danîna têkiliyê girîng e. Em dibînin ku ev mase li Îmraliyê li ser piyan e. Me bi çavên xwe dît ku di pozîsyoneke welê de ye ku gava pêwîstî pê hebe helwesta xwe nîşan dide, dema pêwîstî pê hebe gelekî nerm nêzîk dibe. Rastiya Rojhilata Navîn analîz kir. Bûyerên li Sûriye, Iraq, Îranê ji nêz ve dişopîne. Van hemûyan bi berfirehî dişopîne.”
Qala hevalên xwe yên zarokatiyê kir
Omer Ocalan diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hem qala hevalên xwe yên li gundê nêzî hem jî hevalên xwe yên zarokatiyê kir û wiha lê zêde kir: “Silavên xwe yên taybet şand û got: “Birêz Ocalan lîderekî welê ye ku girîngiyê dide manewiyatê. Qala hevalên xwe yên li dibistanê û yên li gund kir. Silav ji gelek hevalên xwe re şand. Gundê Cîbînê gundekî Tirkmen e, Birêz Ocalan pênc salan dibistana seretayî li wir xwend. Li wî gundê heft-heyşt hevalên Serok hebûn. Qala wan kir, qala malbatên wan kir. Qala kulîlkên zer kir, qala çivîkan, bazan kir. Qala gundê Erahê kir. Qala Aram kir. Ji Hîlwanê heta Mêrdînê qalê kir. Yanî qala bîranînên xwe kir. Hin silavên xwe hebû, me ev silav ji hevalên pêwendîdar re ragihand yan jî ji muxataban re ragihand.”
Xerakirin hêsan e, avakirin zor e
Omer Ocalan bal kişand ser peyamên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser siyaseta demokratîk û got: “Ji aliyekî ve aliyê xwe yê hestewarî gelekî xurt e, li aliyê din jî li ser rojevê gelekî serwer e û rojevê dişopîne. Di vir de divê mekanîzmaya dewletê bi vê cidiyetê nêzî pêvajoyê bibe. Xerakirin hêsan e, avakirin zehmet e. Serok got, ‘Sosyalîstbûn tê wateya civakîbûnê, civakîbûn jî tê wateya meşa bi gel re, karkirina bi gel re. Divê ev yek bê afirandin. Di siyasetê de cihê valahiyê nîne’. Em hêvîdar in ku wê aştî bê vê erdnîgariyê ku bi salan e bi hesreta wê ye. Em ê bi hev re jiyanê ava bikin. Jiyana demokratîk, civaka demokratîk ava bikin. Ev rê zehmete. Dibe ku demeke dirêj dewam bike. Di vir de em ê bi qasî ji me tê tevkariyê bikin.”
Gel di fikar û gumana xwe de mafdare
Omer Ocalan destnîşan kir ku Rêber Apo bersiv da fikarên gel ên têkildarî pêvajoyê û got: “Me jê re ev yek ragihand. Baweriya gelê Kurd a bi we gelekî zelal e. Di vir de pirsgirêk nîne, lê belê hin fikarên xwe hene. Ev fikar ji ber we nîne. Ev fikar ji ber bûyerên di pêvajoya çareseriyê ya 2015’an, di bûyerên 2009’an de rû dan, di bûyerên 93’an de rû dan. Fikar li ser dewlet û desthilatdariyê ye. Têkildarî vê yekê jî got, ‘Gel mafdar e, rast e, rast difikire, bi vî rengî ye, lê belê ez hêviya xwe diparêzim. Ji bo ev pêvajo bi rê ve biçe çi ji destê min tê ez ê bikim’.”
Xwe bi rêxistin bikin
Omer Ocalan herî dawî anî ziman ku Rêber Apo girîngiya rêxistiniyê destnîşan kir û got: “Serok got, ‘Ez yekî welê me ku biçim ku derê xwe bi rêxistin dikim. Ji zarokatiyê ve xwe bi rêxistin dikim. Ez zarok bûm komeke min an nimêjê hebû, li dibistanê komeke ji hevalên min hebû’. Anî ziman ku ew girîngiyeke mezin dide rêxistiniyê. Diyar kir ku li her deverê derdora wî hebû, hewl dida bixebite, birêxistin bike.”