Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê ji ber rewşa tenduristiya Sirri Sureyya Onder bernameyên xwe yên îro betal kirin û hatin ber nexweşxaneyê.
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogûllari bernameyên xwe yên îro ji ber rewşa Endamê Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder betal kirin. Bakirhan û Hatimogûllari ku duh bi şev rewşa Onder bihîstin ji Enqereyê ketin rê û hatin Stenbolê. Hevserok derengiya şevê gihîştin ber nexweşxaneyê û li vir têkildarî rewşa Onder daxuyanî dan. Hevserok li ber nexweşxaneyê, rewşa Onder a krîtîk ji nêz ve dişopînin.