Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî li tevahî herêmên Dêrazorê efûya giştî ragihand û bang li her kesî kir ku li dijî êrişan rabin û herêmê ji êrişên çeteyan biparêzin.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li ser Xê got: “Bi pêşdeçûna hêzên me li Dêrazorê ji bo ewlekariya herêmê, em bêyî cudahî, li wan tevahî herêman efûya giştî radigihînin.”
Ebdî bang li hemû welatiyan kir ku berevaniya ewlehî û aştiyê bikin û got: “Em pişta xwe didin rista xelkê û eşîran ku pêşiya aloziyê bigirin û herêmê biparêzin. Hêzên me li pişta we ne.”