Êrîşên hewayî û bejahî yên artêşa Tirk ên dersînor bênavber didomin. Tirkiye di 15 û 18ê Nîsanê de 629 caran êrîş kirin.
Êrîşên hewayî û bejayî yên artêşa Tirk ku li dervê sînor pêk tîne, tevî biryara PKKê ya agirbestê jî berdewam dikin. Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGê ya der barê êrîşan de wiha ye:
“Êrîşên ku artêşa Tirk ên bi balafirên şer pêk anîn;
15 û 17ê Nîsanê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar a herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê 2 caran bi balafirên şer hatin bombebarankirin.
Êrîşên ku artêşa Tirk ku bi çekên giran, top û obusan pêk anîn;
15, 16, 17 û 18ê Nîsanê qadên Heftebax, Mijê, Dêreşê û Zêvkê yên herêma Garê 131 caran, Qadên Berxwedanê yên Girê Bahar û Girê Amediyê yên herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê 439 caran û Qadên Berxwedanê yên Serê Metîna û Bêşîlî yên girêdayî herêma Metînayê 57 caran; bi giştî 627 caran bi çekên giran, top û obusan hatin bombebarankirin.
16 û 17ê Nîsanê li ser Qadên Girê Bahar û Girê Cûdî liv û tevgera helîkopteran bê rawestan dom kir.
Destwerdana hêzên me li êrîşan;
17ê Nîsanê di saet 13.45an de wesayîta zirxî ya bi tîpa Kîrpî û cîhaza Jammer a li ser wê êrîşî çeperên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar a herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê kirin. Yekîneyên me yên Şehîd Axîn Mûş bi droneya kamîkaze bersiv dan û wesayîta zirxî îmha kirin. Ev çalakî ji bo bersiva êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker di demên dawî de bi rengekî zêde pêk anîn, hatiye lidarxistin.”