Tedawiya Sirri Sureyya Onder li nexweşxaneyê didome û hat zanîn ku metirsiya li ser jiyana wî didome.
Endamê Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê û Serokwekîlê Meclisa Tirkiyeyê Sirri Sureyya Onder roja 15ê Nîsanê krîza dil derbas kiribû û emeliyatek giran lê hatibû kirin. Onder ji roja 15ê Nîsanê ve li Nexweşxaneya Florence Nightingale ya li navçeya Şîşliya Stenbolê tê tedawîkirin. Hat zanîn ku rewşa wî ya krîtîk jî berdewam dike û xetere li ser jiyana wî heye. Ji roja destpêke vê serdanên ji bo Onder li nexweşxaneyê bênavber berdewam dikin.
Rayedarên nexweşxaneyê û DEM Partiyê diyar dikin ku rewşa Sirri Sureyya Onder stabîl e û di çavdêriya awarte de dermankirina wî didome.