Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî anî ziman ku ew dibin şahidê hilweşîna rejîma despotîk a Şamê.
Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî têkildarî hilweşîna rejîma Şamê li ser hesabê medyaya dîjîtal daxuyaniyek da û got: “Em îro li Sûriyeyê di kêliyên dîrokî de ne. Em şahidiyê ji hilweşîna rejîma despotîk a li Şamê re dikin. Ev yek firsendê pêşkêş dike ku Sûriyeyeke nû ya ku xwe dispêre edalet û demokrasiyê û mafên hemû Sûriyeyiyan ewle dike, bê avakirin. Ev guherîn ne tenê ji bo Sûriyeyê, ji bo tevahiya herêmê işaretê bi serdemeke hêviyê dike.”