• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
01 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Trump: Îran daxwaza agirbestê kir

    Trump: Îran daxwaza agirbestê kir

    Li Qamişlo û Tirbespiyê pîrozbahiyên Ekîto hatin lidarxistin

    Li Qamişlo û Tirbespiyê pîrozbahiyên Ekîto hatin lidarxistin

    Bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd hawîrdor şîn dibe

    Bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd hawîrdor şîn dibe

    Bayindir: Gelê Kurd zindana Îmraliyê qebûl nake, azadî dixwaze

    Bayindir: Gelê Kurd zindana Îmraliyê qebûl nake, azadî dixwaze

    Mafên Mirovan a Efrînê: Çeteyan di 2 rojan de bi dehan komkujî pêk anîne

    Li Efrîn û Helebê 13 kes hatin kuştin

    Mesûd Barzanî: Wazenê Herêma Kurdîstanî biancê mîyanê şerêke girdî

    Mala Mesûd Barzanî hedef hate girtin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Trump: Îran daxwaza agirbestê kir

    Trump: Îran daxwaza agirbestê kir

    Li Qamişlo û Tirbespiyê pîrozbahiyên Ekîto hatin lidarxistin

    Li Qamişlo û Tirbespiyê pîrozbahiyên Ekîto hatin lidarxistin

    Bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd hawîrdor şîn dibe

    Bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd hawîrdor şîn dibe

    Bayindir: Gelê Kurd zindana Îmraliyê qebûl nake, azadî dixwaze

    Bayindir: Gelê Kurd zindana Îmraliyê qebûl nake, azadî dixwaze

    Mafên Mirovan a Efrînê: Çeteyan di 2 rojan de bi dehan komkujî pêk anîne

    Li Efrîn û Helebê 13 kes hatin kuştin

    Mesûd Barzanî: Wazenê Herêma Kurdîstanî biancê mîyanê şerêke girdî

    Mala Mesûd Barzanî hedef hate girtin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Konferansa Romayê azadiya Rêber Apo kir gerdûnî’

21 NÎSAN 2025 - 10:16
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Nivîskarê Rojnameya Xwebûnê bi sernavê “Fikrên Rêber Apo li Romayê bûn” bal kişand ser girîngiya Konferansa ku li Romayê pêk hat û encama wê.

Nivîskar Felemez Ulug, di nivîsa xwe ya vê hefteyê de bal kişand ser konferansa Romayê û anî ziman ku konferansê derfet da ku rêxistinên ji çand û erdnîgariyên cuda li ser armanceke hevpar bicivin û got: “Beşdariya zêdeyî 360 navdarên ji welatên cihê nîşan dide ku pirsgirêka kurd û daxwaza azadiya Ocalan êdî bûye rojeveke cîhanî.”

Nivîskar Felemez Ulug, di gotara xwe de da zanîn ku konferansa “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Navneteweyî” ku di 11-12ê nîsanê de li paytexta Îtalyayê Romayê hate lidarxistin, ji bo bilindkirina dengê aştî û çareseriya siyasî ya pirsgirêka kurd gaveke girîng bû û wiha got: “Konferans bi beşdariya berfireh a nûnerên tevgerên siyasî, sendîka, parêzer, çalakvan û rewşenbîrên ji çar aliyên cîhanê, wek Ewropa, Afrîka, Amerîkaya Latîn, Asya, Misir, Tirkiye û Kurdistanê, bû platformeke navneteweyî. Ev yek nîşana piştgiriyeke gerdûnî ya mezin e ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a doza kurd. Konferansê derfet da ku kes û rêxistinên ji çand û erdnîgariyên cuda li ser armanceke hevpar bicivin. Beşdariya zêdeyî 360 navên navdar ji welatên cihê nîşan dide ku pirsgirêka kurd û daxwaza azadiya Ocalan êdî ne tenê mijareke herêmî ye. Bûye rojeveke cîhanî. Ev ji bo zexta navneteweyî li ser çareseriya pirsgirêka kurd zêde bibe hêviyeke mezin diafirîne. Di konferansê de bal kişandin ser banga Rêber Apo ya “Aştî û Civaka Demokratîk” ku di 27ê Sibatê de hatibû kirin. Ev bang ji bo li Rojhilata Navîn vekirina rêya diyalogê û avakirina aştiyeke mayînde, wek firsendeke dîrokî hate nirxandin. Nîqaşên li ser vê bangê nîşan dan ku ramanên Ocalan, bi taybetî li ser konfederalîzma demokratîk, ji bo çareseriya pirsgirêkên civakî û siyasî hêzeke îlhamê ye.Bêguman, Roma ji bo vê konferansê bi dîroka xwe ya siyasî û çandî xwedî rolek girîng bû. Lidarxistina konferansê li Romayê, bi piştgiriya saziyên wek Konfederasyona Karkeran a Îtalyayê (CGIL), nîşana hevkariyeke xurt e di navbera tevgera kurd û civaka sivîl a ewropî de.”

Felemez Ulug da zanîn ku ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi taybetî yên ku di çarçoveya konfederalîzma demokratîk de hatine formulekirin, ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û avakirina civakeke adil, wekhev û ekolojîk perspektîfeke nûjen û îlhamdar pêşkêş dike û wiha “Di Konferansa Romayê de jî ev raman wek çavkaniyeke bingehîn a aştî û diyalogê hate nîqaşkirin. Di pergala Konfederalîzma Demokratîk de, civak bi rêya sîstemeke nenavendî ku li ser xwerêveberiyê û beşdariya rasterast a gel ava dibe, tê birêvebirin. Ev model ne tenê ji bo kurdan, ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn alternatîfeke aştiyane ye ku li dijî dewletneteweya yekperest rawestiyaye. Di konferansê de hat gotin ku ev model dikare bingeheke diyalogê ji bo çareseriya demokratîk ava bike. Rêber Apo azadiya jinan wek “şoreşa di nav şoreşê de” bi nav dike. Ew bawer dike ku civakeke demokratîk bêyî rakirina zordestiya li ser jinan ne mumkun e. Ramanên wî yên li ser jineolojyê (zanista jinan) di konferansê de wek gaveke radîkal hat nirxandin. Ev nêzîkatî îlhamê dide tevgerên jinan ên li çar aliyên cîhanê. Yek ji mijarên ku herî zêde Rêber Apo li ser disekine jî parastina xweza û jîngehê ye. Ew dibêje ku civakeke azad divê bi xwezayê re di nava ahengê de be. Ev ramana wî ji ber ku ew rêya jiyaneke domdar nîşan dide, di konferansê de wek bersiveke erênî li hember krîza ekolojîk a gerdûnî hat dîtin. Rêber Apo her tim girîngî daye çareseriya bi diyalog û aştiyane ya pirsgirêkan. Banga wî ya “Aştî û Civaka Demokratîk” di konferansê de wek firsendeke dîrokî hate nirxandin. Ev banga wî nîşan dide ku ew ne tenê ji bo azadiya xwe, ji bo aştî û aramiya tevahiya herêmê têdikoşe.”

Nivîskarê Xwebûnê Felemez Ulug destnîşan kir ku yek ji hîmên herî bingehîn ên paradîgmaya Rêber Apo jî Civaka Exlaqî û Polîtîk e û wiha lê zêde kir: “Rêber Apo herdem dibêje civak divê li ser nirxên exlaqî û polîtîk bê avakirin, ne tenê li ser qanûnên hişk ku civakê temsîl nakin. Ev rê li ber civakeke ku li ser dadmendî, hevkarî û piştgiriyê ava bike vedike. Di konferansê de ev ramana wî wek modeleke ji bo avakirina civakên xurt û adil hate nirxandin. Ramanên Rêber Abdullah Ocalan, bi taybetî di Konferansa Romayê de, wek ronahiyeke hêvîdar hatin dîtin, ji ber ku ew ne tenê pirsgirêka kurd, lê pirsgirêkên gerdûnî yên wek newekhevî, zordestî û krîza ekolojîk jî dibîne û çareseriyên wan pêşkêş dike. Modela wî ya konfederalîzma demokratîk, ku li herêmên Bakur û Rohilatê Sûriyeyê jî bi awayekî pratîk tê ceribandin, nîşan dide ku ev raman ne tenê teorîk in, dikarin bibin bingeha guhertinên mezin. Vê yekê di konferansê de moral û baweriya beşdaran xurt kir.”

Nivîskar Felemez Ulug da zanîn ku encamnameya konferansê bi zelalî daxwaz kir ku Ewropa zextê li Tirkiyeyê bike da ku rê li ber çareseriyeke siyasî ya pirsgirêka kurd veke. Ev yek gaveke erênî ye ji bo zêdekirina rola saziyên navneteweyî di çareserkirina pirsgirêkê de. Herwiha, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wek şertekî bingehîn ê aştiyê hat dîtin ku ev jî dîsa baweriya bi rola wî ya sereke di pêvajoya aştiyê de xurt dike. Konferans ne tenê li ser azadiya Rêber Abdullah Ocalan, her wiha li ser nirxên wek azadiya jinê, ekolojî û demokrasiyê rawestiya. Ev nêzîkatî nîşan dide ku têkoşîna ji bo Rêber Apo bi têkoşîna ji bo civakeke adil û wekhev ve girêdayî ye. Ev jî perspektîfeke geş û encamgirt diafirîne.”

Felemez Ulug herî dawî Konferansê bi serkeftî karîbû têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo bike rojeveke navneteweyî ya berfireh, ku ev yek dikare bandoreke erênî li ser polîtîkayên welatên rojavayî bike. Bi taybetî, tevlîbûna kesayetiyên navdar û rêxistinên navneteweyî dikare baldariya li ser rewşa Rêber Apo û pirsgirêka Kurd zêde bike. Herwiha, nîqaşên li ser paradîgmaya Rêber Apo nîşan didin ku ramanên wî ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû civakên bindest jî çavkaniyeke îlhamê ne.
Bi kurtî, Konferansa Romayê bi yekitiya xwe, peyamên xwe yên aştîxwaz û encamnameya xwe ya bi hêvî, bûye mîladek di têkoşîna ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd. Ev platform nîşan dide ku bi hevkariya navneteweyî û bi israr, guhertinên mezin mimkun in.

Etîket: AFC ChampionshipFelemez UlugXwebûn
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Amerîka û Îsraîlê careke din êrişî pergala atomî ya Îranê kirin

Amerîka û Îsraîlê careke din êrişî pergala atomî ya Îranê kirin

21 ADAR 2026
Mazlûm Ebdî ji Colanî xwest yên li pişt komkujiyan hesab bidin

Ebdî diçe Şamê: Rojev hûrgiliyên peymanê û bersiva pirsan e

19 ÇILE 2026
HSDê îdaya êrîşa li Dêr Hafirê derewand

HSD: Balafirên dewleta Tirk êrişî Dêr Hafirê dikin

15 ÇILE 2026
Xwebûn bi manşeta ‘Rêwîtî dê bi Azadiya Welat bidome’ derket

Xwebûn bi manşeta ‘Rêwîtî dê bi Azadiya Welat bidome’ derket

5 ÇILE 2026
8 rojin li Rojhilat û Îranê serhildan didome

8 rojin li Rojhilat û Îranê serhildan didome

4 ÇILE 2026
Şagirtên Huseyîn Aykol: Me xatir jê nexwestiye dê bi me re bijî

Şagirtên Huseyîn Aykol: Me xatir jê nexwestiye dê bi me re bijî

4 ÇILE 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Berdevkê Dîplomasiyê yê PJAKê: Rejîm êdî ne rejîma berê ye

    Berdevkê Dîplomasiyê yê PJAKê: Rejîm êdî ne rejîma berê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 1ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hosteyê sînemaya şoreşgerî hat dinê: Em ê bi ser bikevin, em ê teqez bi ser bikevin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Nexweş dixwazin bi Kurdî xizmetê werbigirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Pîrozbahiyên 4ê Nîsanê: Li vê qadê rêxistinkirin, hilberîn, bawerî û wate kok girtiye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mala Mesûd Barzanî hedef hate girtin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Farqîn bi Kurdî dixemile: Serlêdana pêşbirka çîrok û helbestê dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bêrîvan Bahçecî: Heya azadiya fîzîkî pêk neyê pêvajo bi ser nakeve

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ji bo sala were Rêber Apo di nava me de be em ê têbikoşin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (29)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne