Hevseroka Komîteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed got, “Em îro radigihînin ku despotîzm bi dawî bûye. Ji bo paşerojeke demokratîk û adîl a gelên Sûriyeyê, em dest bi rûpeleke nû dikin.”
Hevseroka Komîteya Têkiliyên Deve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed têkildarî hilweşîna hikumeta Beşar Esad daxuyaniyek li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal weşand û got, “Em îro radigihînin ku despotîzm bi dawî bûye. Em rabirdûyê li paş xwe dihêlin û ji bo paşerojeke demokratîk û adîl a gelên Sûriyeyê bi hêviya yekkirina hewldanan dest bi rûpeleke nû dikin. Em ê dengê fîşekan bisekinînin û li ser bingeha avakirin û aştiyê diyalogê ji xwe re bikin esas.”