• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
22 TEBAX 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Mêrdînê cenazeyên 3 jinan hatin dîtin

    Li Mêrdînê cenazeyên 3 jinan hatin dîtin

    ‘Li cihên ku ziman tê qedexekirin, em ê çawa qala aştiyê bikin’

    ‘Li cihên ku ziman tê qedexekirin, em ê çawa qala aştiyê bikin’

    Rejîma Îranê ceza li 14 mamosteyên kurd birî

    Rejîma Îranê ceza li 14 mamosteyên kurd birî

    Ayşegul Dogan: Divê axaftina bi kurdî bihata qebûlkirin

    Ayşegul Dogan: Divê axaftina bi kurdî bihata qebûlkirin

    Bi girseyî çûn şîna endamê YPGê

    Bi girseyî çûn şîna endamê YPGê

    ‘Gelê Wanê gelekî serhildêr e’  

    ‘Gelê Wanê gelekî serhildêr e’  

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Mêrdînê cenazeyên 3 jinan hatin dîtin

    Li Mêrdînê cenazeyên 3 jinan hatin dîtin

    ‘Li cihên ku ziman tê qedexekirin, em ê çawa qala aştiyê bikin’

    ‘Li cihên ku ziman tê qedexekirin, em ê çawa qala aştiyê bikin’

    Rejîma Îranê ceza li 14 mamosteyên kurd birî

    Rejîma Îranê ceza li 14 mamosteyên kurd birî

    Ayşegul Dogan: Divê axaftina bi kurdî bihata qebûlkirin

    Ayşegul Dogan: Divê axaftina bi kurdî bihata qebûlkirin

    Bi girseyî çûn şîna endamê YPGê

    Bi girseyî çûn şîna endamê YPGê

    ‘Gelê Wanê gelekî serhildêr e’  

    ‘Gelê Wanê gelekî serhildêr e’  

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Stenbolê gundê zarokên kurd ava dibe

Mahmût Altintaş / AW

22 NÎSAN 2025 - 09:22
Kategorî: ÇAND, MANŞET
A A

Stenbol – Perwerdekarê Tenbûrê yê Dibistana Egîdê Cimo Abdullah Yagmahan, anî ziman ku zarokên welêt ên li Stenbolê di bin qirkirina çandî de dijîn û ev tişt got: “Em dixwazin li Stenbolê ji bo zarokan gundekî ava bikin. Ji bo wê jî pêdiviya me bi piştevaniya gel û karsazan heye.”

Dibistana Egîdê Cimo, di 24ê Mijdara 2024an de weke şaxeke Akademiya MA Muzîkê, li Stenbolê avabû. Dibistana Egîdê Cimo ku perwerdehiya ziman û muzîka kurdî dide zarokan zêdetirî salekê ye xebatên xwe didomînin. Armanca wê ya bingehîn ew e ku pêşî li pişaftina zarokên kurdan ên li metrepolên Tirkiyeyê dijîn bigire. Di vê çarçoveyê de ji roja ku ava bûye heta niha ji beriya ku ji dayik bibin heta 12 saliyê gelek zarokan perwerde dike. Li dibistanê, perwerdehiya ziman, tenbûr, rîtma muzîkê û çanda muzîka kurdî tê dayin. Perwerdekarê Tenbûrê yê Dibistana Egîdê Cimo Abdullah Yagmahan der barê xebat û projeyên dibistanê de ji Ajansa Welat (AW) re axivî.

Bi ziman re fêrî muzîka kurdî jî dibin

Perwerdekar Abdullah Yagmahan, diyar kir ku wan Dibistana Egîdê Cimo taybet ji bo zarokan vekiriye û têkildarî xebatên wan ên perwerdeyê de wiha axivî: “Ji beriya dayikbûnê heta 12 saliyê zarok tên li vir perwerde dibînin. Zarokên 0-5 salî bi dê û bavên xwe re tên perwerdehiyê. Perwerdehiya ziman û muzîka kurdî dibînin. Li dibistanê akademiya zarokan a ji bo zarokên temenê wan di navbera 6-12 salan de heye. Ev zarok piştî ku di ezmûneke re derbas dibin û tên perwerdehiyê dibînin. Armanca me ew e ku zarok fêrî stranên kurdî bibin û rîtmên wê nas bikin û bîra çanda muzîka kurdî ku ji me dane jibîrkirin ji nû ve zindî bikin. Dibistan taybet ji bo zarokên li metropolên Tirkiyeyê ji dayik bûne û dijîn vebû. Perwerdehiya me ya ji bo zarokên 6-12 salî îsal dest pê kir û ji bo wan dersên mîna stranbêjiyê û zimanê kurdî, teoriya muzîka kurdî û tenbûrê tên dayîn.”

Serlêdan didomin

Di berdewama axaftina xwe de Yagmahan, destnîşan kir ku bi bi giştî 55 şagirtên wan hene û serlêdanên wan hê jî berdewam dikin û ji bo xebatên wan û serlêdanan ev agahî dan: “Aramnca me ew e ku em xwe bigihînin tevahiya navçeyên Stenbolê. Her ku diçe serlêdan jî zêde dibin. Di serdema nû de em bihevî ne ku serlêdan zêdetir bibin. Em dixwazin xwe behtir bigihînin zarokên kurd ên li metrepolan dijîn û ji muzîka kurdî bêpar in. Ji bo ku em bikaribin li hemû navçeyên Stenbolê sazî vêbikin destpêkê divê em mamosteyan perwerde bikin. Em niha hewl didin bi komeleyên kurdî re xwe bigihînin hemû navçeyên Stenbolê û bi malbatan re têkilî deynin û kesên ku nikarin werin perwerdehiyê jî bikaribin perwerdeya muzîka kurdî bidin wan.”

Ji bo zarokan projeya gund

Di dirêjiya axaftina xwe de Yagmahan, agahî da ku ji bo pêşerojê gelek projeyên wan hene û ev tişt anîn ziman: “Ji bo em bikaribin van projeyan pêk bînin pêdiviya me bi piştevaniya gel û karsazan heye. Di demên pêş de plansaziya me ya kampanyayê jî heye. Em ji bo sponsoriyê bang li karsazên kurd ên li Stenbolê dikin ku derfetên cih û aboriyê ji me re ava bikin da ku em bikaribin li hemû navçeyên Stenbolê perwerdehiya muzîka kurdî bidin zarokan. Bi vî awayî em nehêlin zarokên me di nav qirkirina çandî de tune bibin. Her wiha em dixwazin ji bo zarokan li Stenbolê gundekî ava bikin. Zarok roja înê werin û heta roja duşemê li wir bin. Zarok li wir çandiniyê bikin û temasî axê bikin. Ferî jiyana gund bibin. Ji ber ku gund jî çandeke me ye. Projeyeke me ye bi vî rengî heye. Lê ji bo ku em xebateke bi vî rengî pêk bînin piştevaniya gelê me û karsazên me yên Stenbolê hewce ye.”

Tiştên fêr bûye dide fêrkirin

Yagmahan ku ew bixwe jî ji akademiya MA Muzîkê mezûn bûye û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Ez li Stenbolê diçûm NÇMê lê ji aliyekî ve dixebitîm ji aliyekî ve jî perwerde didît. Lê têr nedikir. Min xwe ji vê pergalê hîs nedikir. Min hertim xwe di nava huner û muzîkê de didît. Min bihîst ku Akademiya MA muzîkê vebûye û li wir perwerdehiya muzîka kurdî didin. Di sala 2022an de min dest bi perwerdehiya MA Muzîkê kir û salek berê jî mezûn bûm. Piştî ku saziya Egîdê Cimo ava bû jî ez hatim Stenbolê û tiştên ku min hîn kiriyê ferî zarokan dikim. Dersên tenbûrê didim zarokan. Heta niha li Stenbolê saziyeke bi vî rengî nehatiyê ava kirin. Ji bo vê jî em pir bi kêfxweş in.”

FacebookTweet

Nûçeyên Din

Li Mêrdînê cenazeyên 3 jinan hatin dîtin

Li Mêrdînê cenazeyên 3 jinan hatin dîtin

21 TEBAX 2025
‘Li cihên ku ziman tê qedexekirin, em ê çawa qala aştiyê bikin’

‘Li cihên ku ziman tê qedexekirin, em ê çawa qala aştiyê bikin’

21 TEBAX 2025
Rejîma Îranê ceza li 14 mamosteyên kurd birî

Rejîma Îranê ceza li 14 mamosteyên kurd birî

21 TEBAX 2025
Ayşegul Dogan: Divê axaftina bi kurdî bihata qebûlkirin

Ayşegul Dogan: Divê axaftina bi kurdî bihata qebûlkirin

21 TEBAX 2025
Kongra Star: Mîsogeriya aştiyê azadiya Rêber Apo ye

Kongra Star: Mîsogeriya aştiyê azadiya Rêber Apo ye

21 TEBAX 2025
Nûneran Narîn Guran li ser gora wê bi bîr anî

Nûneran Narîn Guran li ser gora wê bi bîr anî

21 TEBAX 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TEBAX 2025 (315)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne