7emîn danişîna doza rojnameger Abdurrahman Gok hat dîtin. Dadgehê dîsa qedexeya derketina dervê welat a Rojnameger Abdurrahman Gok ranekir.
7emîn danişîna doza Rojnameger Abdurrahman Gok a ku li ser îftîrayê îftîrakar Umît Akbiyik bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” dest pê kiribû, li 5emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê pêk hat. Di danişînê de rojnameger Abdurrahman Gok, parêzerê xwe Resul Tamur û Mehmet Emin Aktar amade bûn. Dîsa nûnerên DFG, MLSA, DîSK Basin-Îş, GGC û ÎHD, amade bûn. Di danişînê de Abdurrahman Gok, anî ziman ku ji ber qedexeya dervê welat li ser wî heye nikare karê xwe bike û wiha got: “Ez rojnaemgerekî ku nûçeyên dervê welat jî çêdikim. Lê ji ber vê qedexeyê nikarin pîşeyê xwe bikim. Ez dixwazim qedexeya li ser min bê rakirin. Parêzer Resûm Tamur jî xwest qedexeya derve li ser muwekilê wî bê rakirin. Parêzer Mehmet Emîn Aktar jî anî ziman ku qedexe wî mexdûr dike û daxwaza rakirina qedexeyê anî ziman.
Heyeta dadgehê jî daxwaza Abdurrahman Gok û parêzeran red kir û danişîna dozê taloqî 11ê Îlonê kir.
Hevserokê DFGê Selman Çîçek, jî li ber dadgehê axivî û got: “Îro 22 Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurd e. Me dixwest vê rojê pîroz bikin. Lê mixabin di rojek wisa de em li salonên dadgehê digerin. Ev rewş eyneya daraza Tirkiyeyê ye.”
Nûnerê DÎSK Basin-ÎŞê yê Amedê Hakki Boltan jî li vir axivî û got: “Em danişîna doza hevalê xwe dişopînin. Ev doz zexta li ser darazê ye. Rojnamegerên kurd ji bo mafê agahîgirtina gel xebatên xwe dimeşînin. Rojnamegerî ne sûc e. Destê xwe ji ser rojnamegeran rakin.