Şandeya DEM Partiyê dê di 24ê Nîsanê de bi Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç re hevdîtinê bike.
Roja hevdîtina ku dê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Wezareta Dadê pêk bîne diyar bû. Serokwekîlên Koma Meclisê ya DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Sezaî Temellî û Cîgirê Hevserokatiya Giştî û Hevberdevkê Komîsyona Mafên Mirovan Ozturk Turkdogan wê di 24ê Nîsanê de bi Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç re hevdîtinê bikin. Hevdîtin wê li Wezareta Dadê pêk bê, lê saeta hevdîtinê hîna diyar nebûye.