Şandeya DEM Partiyê dê sibê saet di 10:30an de bi Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç re hevdîtinê bike.
Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç têkildarî hevdîtina xwe ya bi Serokwekîlên Koma Meclisê ya DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî û Cîgirê Hevserokatiya Giştî û Hevberdevkê Komîsyona Mafê Mirovan Ozturk Turkdogan daxuyanî da. Yilmaz Tunç ragihand ku hevdîtin saet di 10:30an de wê li Wezareta Dadê pêk were.
Tê payîn ku di hevdîtinê de gelek mijarên di rojevê de werin nîqaşkirin.