• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
03 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Otomatik taslak

    Egîtîm Sen a Wanê: Berpirsê yekem wezaret e

    Mexmûr hevşaredarên xwe yên nû hildibijêre

    Mexmûr hevşaredarên xwe yên nû hildibijêre

    Trump bi Barzanî û Bafil Talabanî re axivî

    Trump bi Barzanî û Bafil Talabanî re axivî

    DFGê rapora xwe aşkere kir: Azadiya çapemeniyê temînata bingehîn a civaka demokratîk e

    DFGê rapora xwe aşkere kir: Azadiya çapemeniyê temînata bingehîn a civaka demokratîk e

    Îranê êrişî kampa partiya Kurd kir

    Îranê êrişî kampa partiya Kurd kir

    ROJEVA 27ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 3yê ADARa 2026an

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Otomatik taslak

    Egîtîm Sen a Wanê: Berpirsê yekem wezaret e

    Mexmûr hevşaredarên xwe yên nû hildibijêre

    Mexmûr hevşaredarên xwe yên nû hildibijêre

    Trump bi Barzanî û Bafil Talabanî re axivî

    Trump bi Barzanî û Bafil Talabanî re axivî

    DFGê rapora xwe aşkere kir: Azadiya çapemeniyê temînata bingehîn a civaka demokratîk e

    DFGê rapora xwe aşkere kir: Azadiya çapemeniyê temînata bingehîn a civaka demokratîk e

    Îranê êrişî kampa partiya Kurd kir

    Îranê êrişî kampa partiya Kurd kir

    ROJEVA 27ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 3yê ADARa 2026an

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Dê li dijî qedexeya sezeryanê têbikoşin

Omer Demîr / AW

25 NÎSAN 2025 - 08:35
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Amed – Seroka Komeleya Jin a Rosa Suzan Îşbîlen destnîşan kir ku tu jin biryara li dijî mafên jinan qebûl nakin û got:  “Heta biryara qedexeya zeseryanê paş ve bê vekişandin em ê têbikoşîn.” 

Di 19ê Nîsanê de Wezareta Tenduristiyê bi “Rêziknameya Saziyên Tenduristiyê yên Taybet ên Teşhîs û Dermankirina Li Ser Piyan” li navendên tenduristiyê sezeryenên plankirî qedexe kir. Êdî dê li Nexwşxaneyên Welidandinê, sezeryanî di gotina bijîşkan de pêk bê. Bi vê guhertinê dixwazin ku welidandina bi sezeryanî qedexe bikin. Jin li dijî vê biryara destdirêjiya bedena jinan daketin qadan û nerazînabûna xwe anîn ziman. Rêxistinên jinan li dijî vê biryarê daxuyaniyê didin û red dikin. Seroka Komeleya Jin a Rosa Sûzan Îşbîlên li ser biryara Wezareta Tendurîstiyê ji Ajansa Welat (AW) re axivî.

‘AKP dest dirêjî mafê jinan dike’

Sûzan Îşbîlen diyar kir ku ji ber desthilat nikarê Tirkiyeyê wekî berê bi rêve bibe êrişî jinan dike û got: “Desthilatdar ji ber ku xetimiye li ser bedana jinan politîkayan dimeşîne. Politîlkayên baviksalarî pêş dixe. Jinan bi keda xwe mafên xwe bi dest xistiye. Desthilata AKPê destdirêjî mafê jinan dike. Peymana Stenbolê rakir. Îsal jî “Sala Malbatê” pênase kir. Malbatê wekî malbata pîroz dibîne. Êrişê li ser jinan her dem hebû. Niha jî dest dirêjî jidayîkbûnê dike. AKP bi wan politîkayan dixwazê jinan di malê de heps bike. Li cîhanê tu desthilatdar êrişî hilbijartina jidayîkbûnê nakê. Lê AKPê êriş dike. Divê jin bi xwe biryara welidandinê bide. Divê jin li gorî pêdiviyê bedena xwe biryarê bide. Ya ku biryarê bide jin û bişîk in. Hin welidandina xwezayî dibe sedema mirina zarok. Jin ji ber zexta malbatê neçar dimînê welidandina xwezayî bike. Lê bedana her jin wê yekê nanake. Vîna jinê esas nayê girtin. Divê vîn û biryara jinê esas bê girtin. Desthilat dixwazê jin di bin siya mêr de bijî. Lê berxwedana jinan e bidomê.”

‘Em ê heta dawî têbikoşin’

Sûzan Îşbîlen da zanîn ku jin li dijî vê biryarê bêdeng namîn û wiha axivî: “Jin li dijî vê biryarê li kolanan in. Em tu carî rawestin. Em ê civînan li dar bixin, nîqaş bikin û heta ku ew biryar paş ve bê girtin em ê têbikoşin. Jin her roj di bin zordariya mêr de ye. Gelek jin hene ku haya wan ji van mijaran tune ye. Em ê bi çalakî û atolyaya xwe hewl bidin ku jinan li dijî politîkayên desthilatê hişyar bikin. Çi ji destê me bê em ê bikin.”

‘Em malbata demokratîk esas digirin’

Sûzan Îşbîlen bibirxist ku jidayîkbûna sezeryanî beşek ji polîtîkayên cuda ye û wiha berdewam kir: “Di rojevê de li ser mijara jinan tiştek tune bû. Lê desthilata AKPê 2025 sala malbatê îlan kir. Ev nîşan dide ku desthilat dixwaze jinan di bin bandora xwe de bihêle. Bi sala malbatê dixwazin serdemek nû pêş bixin. Mafê jinan ji destê wan tê girtin û koletiyê li wan ferz dikin. Em li dijî vê yekê ne. Em ne dijî malbatê ne. Malbata ku em tercîh dikin malbata demokratîk e. Di malbatên demokratîk de herdu zayend wekhev dijîn. Mafê wan yek e. Tê gotin ku malbat pîroz e. Lê di nava malbatê de gelek jin tên kuştin. Jin di nava malbatê de rastî tundiyê tên û bi tecawizê re rû bi rû dimînin.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Lubnanê şerê Îranê: Beyrûd hate bombebarankirin, 11 hezar kes derbasî Sûriyê bûn

Li Lubnanê şerê Îranê: Beyrûd hate bombebarankirin, 11 hezar kes derbasî Sûriyê bûn

3 ADAR 2026
Hatîmogullari: Ne rejîma mollayan ne jî hezên hegemon; çareserî Komara Demokratîk e

Hatîmogullari: Ne rejîma mollayan ne jî hezên hegemon; çareserî Komara Demokratîk e

3 ADAR 2026
Otomatik taslak

Egîtîm Sen a Wanê: Berpirsê yekem wezaret e

3 ADAR 2026
Ji Heyva Sor a Kurd qampanyaya ‘Bila nan li malê hebe’

Ji Heyva Sor a Kurd qampanyaya ‘Bila nan li malê hebe’

3 ADAR 2026
Mexmûr hevşaredarên xwe yên nû hildibijêre

Mexmûr hevşaredarên xwe yên nû hildibijêre

3 ADAR 2026
Îsraîl û DYAyê êrişên nû li Tehran, Karaj û Isfahanê pêk anîn

Îsraîl û DYAyê êrişên nû li Tehran, Karaj û Isfahanê pêk anîn

3 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji Abdullah Ocalan hişyariyên ji bo Îranê: Şer dê mezin bibe, divê Kurd parastina xwe bikin

    Abdullah Ocalan rapora Komîsyonê nirxand: Ne encam lê destpêka rêyek nû ye, tişta esas têkoşîn e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sema Çaglak: Cil û bergên me nasname, çand û hebûna me ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Gimgimê panela ziman: Heta em bi zimanê xwe neaxivin wê talûke bidome

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şerê Îran û Îsraîlê di roja 4yemîn de ye: Êrişên hevdem, moşekên nû, Hurmiz û nîqaşa şerê bejahî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bahçelî: Banga 27ê Sibatê baştir hat fêmkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Axîos: Washington rola Kurdan di qonaxa nû de dinirxîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji 27ê Sibatê heta Îro: Mudaxeleya Ocalan a Sûrî û nêrînên wî yên li ser qeyrana Rojhilata Navîn – 7

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tirkiye biryarên DMMEyê nas nake 

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Denîzliyê gotûbêja ‘Di îslamê de cihê jinan’ hate lidarxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (98)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne