Şandeya DBP û DEM Partiyê li gel Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlum Ebdî hevdîtin pêk anî û hat zanîn ku şande û Ebdî li ser geşdanên siyasî û muzakereya aştiyê axivîn e.
Şandeya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û DEM Partiyê ku ji bakurê Kurdistanê ji bo beşdarî Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî a li Rojavayê Kurdistanê bibin çûbûn, Qamişlo. Şande bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî re hevdîtin pêk anî. Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir, parlamenterên DEM Partiyê Serhat Eren, Mehmet Kamaç, Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Salîha Akdenîz li gel Mazlûm Ebdî rûniştin.
DEM Partiyê li ser hesabên xwe yên medya dîjîtal wêneyê hevdîtina şandeyê û Mazlum Ebdî parve kir.
DEM Partiyê ev yek parve kir: “Şandeya me ya ku ji bo beşdarî Konferansa Netewî ya Kurd bibe li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî re civiya. Di hevdîtinê de, li ser geşedanên siyasî û danûstandinên aştiyê yên li Sûriye û Tirkiyeyê hat gotûbêjkirin.”