Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir di Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojava axivî û diyar kir ku li ser esasê vê konferansê Kurd dê li ser axa xwe ya dîrokî bigihîjin armanc û mafên xwe.
Li Qamişlo Konferansa Yekrêzî û Yekheswesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê dewam dike. Endamên şandeya ji Bakurê Kurdistanê û yên Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) axivîn.
Li ser navê KNKê Zeyneb Mûradî lidarxistina konferansê pîroz kir û tekez kir ku Rojavayê Kurdistanê di berxwedana Kobanê de bûye yek û îro jî “Ji bo yekkirina Kurdan careke din Kurd li hev kom kirin.”
Bayindir: Kurd dê bigihîjin armanca xwe
Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (BDP) Keskîn Bayindir jî wiha axivî: “Em hewl didin ku banga birêz Abdullah Ocalan bigihînin hemû cîhanê. Me heta niha bi hemû partî û hêzên Kurdistanî re gelek hevdîtin pêk anîn û bi rêya şandeya Îmraliyê me karî peyam û helwestên hêz û aliyên Kurdistanî ji birêz Abdullah Ocalan re ragihînin. Bingeha banga Rêbertî azadî û aştî ye, beriya wê jî divê em ji bo yekitiya Kurdan bixebitin. Wê ev konferans pêşngiya yekrêzî û yekitiya giştî û hezkirina Kurdan a navxweyî bike. Li ser esasê vê konferansê Kurd dê li ser axa xwe ya dîrokî bigihêjin armanc û mafên xwe.”
Keskîn Bayindir peyama piştevaniya gelê Bakurê Kurdistanê gihand û destnîşan kir ku Bakurê Kurdistanê piştgiriya bêsînor dide gelê Kurd ê li Rojava.