• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
20 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Bismilê cangoriyên meha Gulanê hatin bibîranîn

    Li Bismilê cangoriyên meha Gulanê hatin bibîranîn

    Kon-Vet xebatên parastina ajalan berfireh dike

    Kon-Vet xebatên parastina ajalan berfireh dike

    GABB komxebata ‘Aborî, komun û kooperatîfan’ li dar dixe

    GABB komxebata ‘Aborî, komun û kooperatîfan’ li dar dixe

    Komkujiyeke bikeser: Tevî sebîyê 8 rojî malbatek qetil kirin

    Komkujiyeke bikeser: Tevî sebîyê 8 rojî malbatek qetil kirin

    Li Meletiyê bi pileya 5.6 erd hejiya

    Li Meletiyê bi pileya 5.6 erd hejiya

    Tevî biryara AYMê û muzakereya bi Ocalan re jî çima dirûşm û wêneyên wî tên qedexekirin?

    Tevî biryara AYMê û muzakereya bi Ocalan re jî çima dirûşm û wêneyên wî tên qedexekirin?

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Bismilê cangoriyên meha Gulanê hatin bibîranîn

    Li Bismilê cangoriyên meha Gulanê hatin bibîranîn

    Kon-Vet xebatên parastina ajalan berfireh dike

    Kon-Vet xebatên parastina ajalan berfireh dike

    GABB komxebata ‘Aborî, komun û kooperatîfan’ li dar dixe

    GABB komxebata ‘Aborî, komun û kooperatîfan’ li dar dixe

    Komkujiyeke bikeser: Tevî sebîyê 8 rojî malbatek qetil kirin

    Komkujiyeke bikeser: Tevî sebîyê 8 rojî malbatek qetil kirin

    Li Meletiyê bi pileya 5.6 erd hejiya

    Li Meletiyê bi pileya 5.6 erd hejiya

    Tevî biryara AYMê û muzakereya bi Ocalan re jî çima dirûşm û wêneyên wî tên qedexekirin?

    Tevî biryara AYMê û muzakereya bi Ocalan re jî çima dirûşm û wêneyên wî tên qedexekirin?

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Keskîn Bayindir: Statuya Rêberê Gelê Kurd statuya Kurdan e

Sêrt / AW

20 GULAN 2026 - 15:56
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Rêxistina DBPê ya Sêrtê 2yemîn Kongraya Asayî ya bi diruşma “Bi civaka rêxistinbûyî, ber bi jiyana azad ve” li dar xist. Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir di kongreyê de axivî û got: “Statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan statuya Kurdan e. Pêdivî bi statuyê heye.”

Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Sêrtê 2yemîn Kongreya xwe ya Asayî ya bi diruşma “Bi civaka rêxistinbûyî, ber bi jiyana azad ve” li eywana dawetê ya Ugûrê li dar xist. Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir parlametera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş, hevserok û rêveberên partiyên siyasî yên Sêrtê, nûnerên saziyên sivîl yên demokratîk û gelek welatî tev li kongreye bûn. Li eywana ku kongre lê hatiye lidarxistin pankartên “Ber bi polîtîkaya xelasbûyan jinê”, “Em xwe bi xeta hevrêtiya komînal bi rêxistin dikin”, “Niha dema jinê ye”, “Sosyalîzm bê azadiya jinê nabe” û “Jin jiyan azadî” hatin daleqandin. Beriya ku bername bê lidarxistin ji bo kesên ku di têkoşîna aştî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyeke rêzgirtinê hat lidarxistin.

Parlamentera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş destnîşan kir ku Banga 27ê Sibetê ji bo wan gelek bi qimet e û got: “Ev bangewazî ji bo me hemûyan bû hêzeke mezin û ew ê têkoşîna hemû hevalên me yên ku ked didin bibe armancek û bigihêje asteke herî jor. Vê meha Gulanê jî Meha Şehîdan e û ji bo me gelek pîroz e. Em di şexsê hevalê Hakî Karer de hemû şehîdên azadiya Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînin. Her wiha ji bo rêveberiya ku du sal in dixebitin û ked didin ez dibêjim mala wan ava be. Ji bo rêveberiya nû jî serkeftinê dixwazinm.”

‘Em ê pergala înkare têk bibin’

Hevserokê DBPê yê Giştî Keskîn Bayindir, cangoriyên di Gulanê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anî û got: “Em minetdarên wan in ku ji bo vê têkoşînê canê xwe dane û rêya me ronî kirine. Kesên ku di nav de ne jî em li ber keda wan bejna xwe ditewînin. Hemû şehîd û kedkarên ku keda wan di têkoşîna azadiya Kurdistanê de heye, em ê hewl bidin bibin layîqê keda wan. Hefteya ku me derbas kir Cejna Zimanê Kurdî bû. Celadet Elî Bedirxan û rêhevalên wî di nava ewqas şert û mercên zehmet de Kovara Hawarê çap kirin. Da ku xebatek ji bo xizmeta Kurdî bikin û bi vê yeke re kedeke mezin dan. Yên ku vî zimanê inkar bike, ayetên Xwedê jî înkar dikin. Em hevîdarin ku em ê vê pergala înkare tek bibin. Edî nikarin hebûna me înkar bikin, lê dîsa jî divê em bi baldarî tevbigerin. Ji ber ku hê jî berdewamiya vê înkare didome. Bi saya pêvajoya ku saleke zêde ye didome, firsendeke gelek mezin e ji bo me da ku em zimanê Kurdî bixin. Mayîna ziman a ku heta roja me ya îro bi saya dayîkên me ye. Divê êdî em jî li hemû kolanan bigerin û vê xebatê xurtir bikin û zimanê xwe bidin jiyîn.”

‘Muxatap û mimarê pêvajoyê Birêz Ocalan e’

Keskîn Bayindir di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku sal û nîvek li ser pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan daye destpêkirin derbas bû û wiha pêde çû: “Divê heta niha dewlet jî hin gevên şênber avêtibana. Ji bo ku aştiyeke mayînde li vî welatî pêk were divê hewldanên me xurt bin. Dayîkên me di axaftinên xwe de jî her tim dibêjin û daxwaza aştiyê dikin û li nava kolanan Enqereyê gelek caran jî bang kirin ku aştî pêk bê. Ji destpêka vê pêvajoyê heta îro em dibêjin sixortaya li pêş ketina vê pêvajoyê Rêzdar Ocalan e û gel e. Divê em bi şarezarî û bi zanebûna xwe ve gavên şênber bi dewletê bidin avêtin. Ji gund û heta korîdorên Enqereyê çi hewce be divê bê kirin. Kurd dixwaze ku êdî çand, ziman û nasnameya xwe di fermiyetê de bibîne. Ji avakirina komarê heta îro ev pergal her tim hebûna me inkar kiriye û me tune hesibandiye. Muxatap û mimare vê pêvajoyê Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan e. Statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Olacan statuya Kurdan e. Stayuya ku di nava dozdeh metrekareyan de ne li gorî daxwaz û wijdanê ye. Êdî em jî bi dewlet û desthilatdar re gihêştine qonaxeke nû. Heta niha ji bo demokrasiyê gaveke wisa şênber neavêtin. Ger ku vê pêvajoyê tek biçe, ew qas gavên ku hatine avêtin, dê perçe perçe bibe.”

‘Em rê nadin dijminatiya we’

Di dawiya axaftina xwe de Keskîn Bayindir da zanîn ku Gelê Kurd dixwaze pêvajo li ser hiqûq û edaletê pêş bikeve. û got: “Ji asta ku em hatinê veger nîn e. Pêwîstî bi statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Olacan heye. Hê jî gelek kes hene dixwazin bi provokasyonan pêvajoyê bidin qedandin. Em rê nadin dijminatiya we. Em ê ji bo azadî û statuya Birêz Ocalan heta noqteyek xwîn di laşê me de hebe bixebitin. Em bang li hemû sazî û dezgehên xwe dikin xwedî li vê pêvajoyê derbikevin.”

Piştî axaftinan rapora xebatan û lêçûnan hat xwendin û piştre jî navên hevserokên nû yên DBPê Sêrtê hatin diyarkirin.

Hevserokên nû hatin hilbijartin

Di encama kongreya hatiye lidarxistin de Sayîre Eren Bîlmîş û Emîn Dayan bûn hevserokên nû yên DBPa Sêrtê. Welatî piştî kongreyê hevserokên nû pîroz kirin.

Kongre bi berzkirina diruşman û gerandina govendê bi dawî bû.

Etîket: DBPa SêrtêEmîn Dayanhevserokên nûKeskîn BayindirKongreSayîre Eren Bîlmîş
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

TUAY-DERa Sêrtê 1emîn Kongreya Asayî li dar xist

TUAY-DERa Sêrtê 1emîn Kongreya Asayî li dar xist

16 GULAN 2026
Li Gundikê Melê kevneşopiya 300 salî hat li darxistin

Li Gundikê Melê kevneşopiya 300 salî hat li darxistin

13 GULAN 2026
Keskîn Bayindir: Heta zemîna qanûnî nebe aştî pêk nayê

Keskîn Bayindir: Heta zemîna qanûnî nebe aştî pêk nayê

4 GULAN 2026
Hevserokên DEM Partî yên Saruhanliyê hatin hilbijartin

Hevserokên DEM Partî yên Saruhanliyê hatin hilbijartin

26 NÎSAN 2026
Keskîn Bayindir: Divê em berpirsyariyê bigirin û xwe birêxistin bikin

Keskîn Bayindir: Divê em berpirsyariyê bigirin û xwe birêxistin bikin

22 NÎSAN 2026
Kongreya 6an a MXDŞê bi dawî bû

Kongreya 6an a MXDŞê bi dawî bû

28 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Komkujiyeke bikeser: Tevî sebîyê 8 rojî malbatek qetil kirin

    Komkujiyeke bikeser: Tevî sebîyê 8 rojî malbatek qetil kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tevî biryara AYMê û muzakereya bi Ocalan re jî çima dirûşm û wêneyên wî tên qedexekirin?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 20ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Em dixwazin di qada zarokan de rêxistina xwe ava bikin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Weqfa Mezopotamyayê resepsiyona ‘Ferhenga Rastnivîsînê’ li dar xist

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Qonaxa Cemîl Paşa dengê helbestan bilind bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Erdogan: Saziyên me ji bo tasfiyeya ‘rêxistinê’ dixebitin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Weqfa Mezopotamyayê Ferhenga Rastnivîsê çap kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ceylan Akça ji bo windayan 100 peşniyarname da Wezareta Dadê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (526)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne