Cenazeyê rojnameger Umît Ozdal ê ku duh bi şev jiyana xwe ji dest dabû, li gundê Palûkê yê Amedê hat veşartin.
Nûçegihanê Reutersê Umît Ozdal duh bi şev li Nexweşxaneya Perwerdehiyê û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê jiyana xwe ji dest dabû. Vê sibehê heval, hempîşe û malbata Ozdal cenaze ji nexweşxaneyê wergirtin û birin gundê Palûkê yê Amedê. Li goristanê merasîma cenaze hat lidarxistin û piştî duayan cenaze spartin axê. Gelek rojnameger û malbata û xizmên Ozdal di merasîmê de amade bûn.
Umît Ozdal (43) roja 9ê Adarê xwîn çûbû ser mêjiyê wî û li beşa nihêrîna awarte ya Nexweşxaneya Perwerdehiyê û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê dihat tedawîkirin. Ozdal piştî tedawiya 52 rojan li nexweşxaneyê tevî hemû mudaxileyan jî jiyana xwe ji dest da.
Ji bo Umît Ozdal dê li Mala Şînê ya Mizgefta Abdurrahman Enç a li navçeya Rezanê şîn bê danîn.