34 partî û tevgerên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga rawestandian şerên li gundewarê Şamê kir û destnişan kirin ku çek û tundî ji bilî wêranî û herikîna xwînê tiştekî bi xwe re nayne.
34 partî û tevgerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji ber şerên li deverên Sehnaya û Ceremana yên gundewarên Şamê daxuyaniyek da. 34 partî û rêxistinan di daxuyaniyê de diyarkirin ku di vê rewşa dijwar de, bikaranîna tundî û çekan a ji bo çareserkirina nakokiyên di navbera gelê Sûriyeyê de cihê şermezariyê ye, xizmeta dijminên Sûriyeyê dike. Partî u rêxistinan da zanîn ku çek ji bilî wêranî û herikîna xwînê tiştek din bi xwe re nayne û wiha berdewam kirin: “Çek deriyên diyalog û tîfaqan digirin ku rêya yekane ya çareserkirina pirsgirêk û nakokiyan e.”
Partî û rêxistinan di daxuyaniyê de bang li hemû aliyan kirin ku “Demildest dawî li şer bînin, zimanê diyalog, aqilmendî, metinqê yekitiya nîştimanî û berjewendiyên giştî di ser zimanê tol û provokasyonê de bigirin, ji şerê mezhebî, taîfî, etnîk dûr bikevin.”
Rêxistinan bang li tevahiya hêzên siyasî, civakî, hoz, saziyên olî û sivîl hat kirin ku berpirsyariyên xwe yên exlaqî û nîştimanî pêk bînin û ji bo rêgirtina li ber şerekî navxweyî bikevin tevgerê. Di dawiya daxuyaniyê de ev peyam hat dayîn: “Sûriye ya hemû gelê wê ye. Tiştên ku me tînin gel hev, ji yên ku me ji hev dûr dixin, bêtir in. Em tevna xwe ya civakî ya mayî biparêzin. Bi hev re em ji bo rawestandina herkîna xwînê kar bikin û welatekî bi aştî, edaletî û wekhevî ava bikin.”
Partî û tevgerên ku daxuyanî dane ev in:
1-Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD)
2-Partiya Kesk a Demokrat
3-Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê
4-Partiya Lîberal a Kurd li Sûriyeyê
5-Partiya Komunîst a Kurdistanê
6- Partî Demuqratî Kurdistanî-Sûrî
7-Partiya Demokrat a Kurdî ya Sûriye
8- Partiya Çep a Kurd li Sûriyê
9- Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyê
10-Partiya Sûriyeya Pêşerojê
11- Partiya Guhertina Demoqrat a Kurdistanê
12- Tevgera Nûjen a Kurdistanê-Sûriya
13- Yekitiya Karkerên Kurdistanê (YKK)
14-Heye El Weteniye El Erebiya (Desteya Nîştimanî ya Erebî).
15-Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyeyê
16- Partiya Rêkeftina Demokrat a Kurdî li Sûriyê
17-Partiya Çaksazîyê-Sûriye
18-Partiya Asûrî ya Demokrat
19- Partiya Biratî ya Kurdistanê (PBK)
20- Partiya Roj a Demokratîk li Sûriyê
21-Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM)
22-Kongra Star
23-Partiya Muhafizkaran
24-Partiya Têkoşîna Demokrat
25- Şepêla Pêşeroj a Kurdistanê
26-Partiya Demokrat a Kurdistanê-Rojavayê Kurdistanê
27-Partiya Guhertina Demokratîk
28-Partiya Yekitiya Suranî
29-Partiya Kombûna Nîştimanî ya Kurdistanê
30-Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK)
31-Partiya Yekitiya Demokrat a Kurdî li Sûriye (Yekitî)
32-Tevgera Çepir a Şoreşgerî li Sûriyeyî
33-Partiya Sûraya ya Demokrat
34-Partiya El Weten El Sûrî
Ji 28ê Nîsanê ve li deverên Ceremana, Sehnaya û Eşrefiye Sehnaya yên Şamê ku piraniya niştecihên wê durzî û xiristiyan in, şer rû dide. Şer piştî belavbûna qeyda deng a bêrêziyê li ol dike, dest pê kir ku li zanîngehan û hin deverên din ên Sûriyeyê bû sedema nîşandana bertekan.