Nûçegihanên Channel 8 TVyê Ekrem Salih û Cûdî Hec Elî ku duh ji aliyê Hêzên Ewlekariyê yên Sûriyê ve li Şamê hatibûn binçavkirin, hatin berdan.
Duh êvarê (30ê Nîsanê) nûçegihanên Channel 8 TVyê Ekrem Salih û Cûdî Hec Elî yên ku li Şamê alozî û geşedanan dişopandin ji aliyê “Hêzên Ewlekariyê” yên Sûriyê ve li Şamê hatibûn binçavkirin. Channel 8 TVyê îro ragihandibû ku agahî ji nûçegihanên wan nayê girtin. Li gorî nûçeya Channel 8 TVyê hat ragihandin ku xebatkarên wan 24 saetan ji aliyê “Hêzên Ewlekariyê” ve hatine berdan.