• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
03 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Otomatik taslak

    Astengdar ji bo ‘Mafê Rûmetê’ meşiyan

    Saziyên ziman dê sibê Deklerasyona 15ê Gulanê aşkere bikin

    Saziyên ziman dê sibê Deklerasyona 15ê Gulanê aşkere bikin

    ‘Em soz didin ku ‘em ê aştiyê bînin li vî welatî

    ‘Em soz didin ku ‘em ê aştiyê bînin li vî welatî

    Tenduristiya Nêrgiz Mihemedî her ku diçe xerabtir dibe

    Tenduristiya Nêrgiz Mihemedî her ku diçe xerabtir dibe

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 3yê GULANA 2026an

    Mazlûm Ebdî: Oxirbe hevalê delal Nûreddîn

    Mazlûm Ebdî: Serkeftina Amedsporê dilê Kurdan geş kir

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Otomatik taslak

    Astengdar ji bo ‘Mafê Rûmetê’ meşiyan

    Saziyên ziman dê sibê Deklerasyona 15ê Gulanê aşkere bikin

    Saziyên ziman dê sibê Deklerasyona 15ê Gulanê aşkere bikin

    ‘Em soz didin ku ‘em ê aştiyê bînin li vî welatî

    ‘Em soz didin ku ‘em ê aştiyê bînin li vî welatî

    Tenduristiya Nêrgiz Mihemedî her ku diçe xerabtir dibe

    Tenduristiya Nêrgiz Mihemedî her ku diçe xerabtir dibe

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 3yê GULANA 2026an

    Mazlûm Ebdî: Oxirbe hevalê delal Nûreddîn

    Mazlûm Ebdî: Serkeftina Amedsporê dilê Kurdan geş kir

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Omer Saman: Şer û girtîgeh mafên mirovan binpê dikin

Bîlal Guldem / AW

10 KANÛN 2024 - 08:28
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Sekreterê ÎHDa Amedê Omer Saman bi rasthatina Hefteya Mafên Mirovan diyar kir ku her ku diçe li Kurdistanê mafên mirovan tê binpêkirin û got ku şer dibe sedem ku mafên mirovan werin binpêkirin û hem li derve û hem jî li girtîgehan her roj mafên mirovan tên binpêkirin.

 

Li Kurdistanê û Rojhilata Navîn salên dûr û dirêj in şer berdewam dikin. Şer bandorek mezin li ser jiyan û mafên mirovan dike. Bakurê Kurdistanê û Tirkiye jî di warê binpêkirina mafên mirovan de dibin cihên herî zêde yên binpêkirinan. Li aliyekî şer diqewime û li aliyekî jî mafên mirovan tune tê hesibandin. Di hefteyên dawiyê de yek ji cihên ku herî zêde mafên mirovan lê tê binpêkirin jî rojavayê Kurdistanê û Sûriye ye. Li aliyekî çalakiyên Hefteya Mafên Mirovan a Cîhanê tên kirin li aliyekî jî şer heye û mafên mirovan her kêlî tê binpêkirin. Her sal li bajarên bakurê Kurdistanê û hin bajarên Tirkiyeyê bi pêşengiya saziyên mafên mirovan ji bo vê hefteya navborî rêzeçalakî tên lidarxistin.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) her sal li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê pêşengiya çalakiyên Hefteya Mafên Mirovan dike. Şaxa ÎHDa Amedê îsal jî li gel saziyên maf û hiqûqê yên li Amedê dê seranserî hefteyekê rêzeçalakiyan li dar bixe.

Sekreterê ÎHDa Amedê Omer Saman bi rasthatina Hefteya Mafên Mirovan a Cîhanê ji Ajansa Welat re axivî.

‘Dema şer zêde dibe hemû maf tên binpêkirin’

Omer Saman diyar kir ku ew di nav binpêkirina mafên mirovan de pêşwaziyê li Hefteya Mafên Mirovan dikin û got: “Piştî hewla darbeyê ya 15ê Tîrmeha 2016an hemû mafên mirovan hatin binpêkirin. Nemaze li bakurê Kurdistanê rewşa mafên mirovan pirr xerab bû. Li tevahiya Tirkiyeyê rewşa mafên mirovan xerab bû. Li Kurdistanê şer û pevçûn û binpêkirina mafên mirovan bi hev re pêk tên. Dema şer zêde dibe hemû maf tên binpêkirin. Di gelek qadan de mafên mirovan tên binpêkirin. Di gelek qadan de ji bo binpêkirina mafên mirovan serlêdanên wan ji bo komeleya me tên kirin.

Sed mixabin dema welatek bibe qada şer, mafên mirovan ên wek ziman, azadî, aborî, ekolojiyê tên binpêkirin. Qedexeya sûcên şer û qedexeya îşkencedanê ji holê tê rakirin. Lewma di nav gel de her tim travmayek desteserkirina mirovan, îşkencedanê, şewitandina gundan, qelibandina wesayîtek zirxî ku li mirovan biqelibe di hişê mirovan de maye. Mafê binpêkirina ziman pirr mafek girîng e û dema ziman asteng û qedexe be jî travmayê bi mirovan re dihêle.”


Mafê hilbijartinê

Omer Saman bal kişand ser danîna qeyûmên ser şaredariyan û wiha got: “Li welatê me mafê hilbijartinê yê welatiyan jî tê desteserkirin. Welatiyek nikare bi rehetî raya xwe bide. Çima? Her ku welatî şaredaran dibijêrin; piştre qeyûm tên danîn. Dixwazin di warê mafên mirovan de di nav civakê dê bêbaweriyê çekin. Welatî dibêjin ‘em çi jî bikin jixwe rewşa welat naguhere û her tim wê mafê me were binpêkirin’. Ev travmayek pir giran e.”

‘Bêcezakirin sûcan zêdetir dike’

Omer Saman anî ziman ku şert, merc, rewş û pêvajo her çiqas giran bin jî çi dibe bila bibe divê mafên mirovan bê parastin û axaftina wiha domand: “Lê mixabin sîstemek heke ‘bêcezabûnê’ bike wek mantalîteya xwe wê çaxê hemû maf tên binpêkirin. Di dema herî nêz de li Batmanê di çalakiyên protestokirina qeyûm de me dît ku mirov li ber kamerayan, li kuçe û kolanan hatin îşkencekirin û binçavkirin. Ew kesên mirovan didin îşkenceyê, dizanin ku wê hesab nede û hesab jê neyê pirsîn. Mînakên vê pirr hene. Dîroka kurdan bi ‘bêcezakirina’ kuştin û îşkencekirinê tije ye. Li dijî her kirinên li ser mirovan em ê her li qadan mafên mirovan biparêzin.”

‘Rejîmek totalîter ava bûye’

Omer Saman da zanîn ku li Tirkiyeyê rejîmek totalîter ava bûye û wiha got: “Qanûn tên guhertin. Ev pergal sînorên mafên mirovan teng dikin. Kî çi bêje tên girtin. Ev bûye rejîmek totalîter.”

‘Serdest naxwazin bindest bixwînin’

Omer Saman bal kişand ser qedexekirin û desteserkirina pirtûkan ên li 8emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê û wiha pê de çû: “Xwendina pirtûkan û pêşveçûna bi vê yekê ronahîbûn e. Dema kes bi rêya pirtûkan bigihîje rastiyê, mixabin ku rastî tariyê ditirsîne. Rejîmên totalîter rejîmên tarî ne. Nelson Mandelayê ku fikrên wî welatekî azad kiriye jî pirtûkên wî tên desteserkirin. Bindest ji kesên wek Mandela feyzê digirin. Ev îkonên siyasetê ne û di heman demê de dibin îkonên gelên bindest. Ji ber vê yekê jî kesên serdest dibêjin bila bindest nexwînin, nebinin û ranebin ser pêya.”

‘Mafên girtiyên nexweş tên binpêkirin’

Omer Saman bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û wiha axivî: “Li girtîgehan kesên ji bo gelê xwe xwedî fikr û raman in, li dijî wan zext, îşkence û binpêkirinên mafan pêk tên. Li hemberî girtiyan sîstemek taybet ava kirin e. Li girtîgehan li gorî rapor û daneyên komeleya me 651 girtiyên nexweş ku rewşa wan giran e, hene. Li gorî raporên Saziya Tiba Edlî divê ev girtî bên berdan. Lê mixabin rapor bi awayên siyasî tên nivîsandin û girtiyên nexweş li girtîgehan li ber mirinê ne. Girtiyên nexweş di asta herî ku rewşa wî xerabtir dibe berdidin û li derve jiyana xwe ji dest dide. Li dijî girtiyan her cure zext û binpêkirin hene. Girtiyan tazî dikin, lêgerîna nav dev pêk tînin, îşkence li wan tê kirin û girtî di tecrîdê de ne. Rojane girtî bi van pêkanînan re rû bi rû dimînin.

Neberdana girtiyên ku cezayên xwe temam kirin e bi serê xwe li dijî hiqûqê û mafên mirovan e. Her wiha girtiyan dişînin girtîgehên ji malbatên wan dûr. Girtî û malbat bi hev re tên mexdûrkirin. Binpêkirina herî neheq jî li dijî girtiyan û malbatên wan tê kirin.”

‘Tecrîda li Îmraliyê binpêkirinek giran e’

Omer Saman bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û got: “Tişta herî balkêş jî Girtîgeha Îmraliyê ye. Parêzer û malbat nikarin biçin hevdîtina Ocalan û girtiyên din. Hevdîtin bi biryarên siyasî tên qedexekirin. Hem hiqûqî û hem jî siyasî ye. Binpêkirina mafên mirovan a herî giran jî tecrîda li Îmraliyê ye.”

‘Winda li ku ne?’

Omer Saman destnîşan kir ku êşa xizmên windayan êşek gelek giran e û wiha got: “Li Amedê 826 hefte ne em li qadê dibêjin; Alî Tekdag li ku ye, Fîkrî Ozgen li ku ye… Malbat tên ji me re dibêjin em li gorekî digerin ku em herin li serê duayekî bixwînin. Heta ku hemû xizmên windayan negihîjin windayan û hesab neyê pirsîn, wê tu carî ev êş neqede û wê mafên mirovan binpê bibe. Lê ev mîrateya dayika Berfo ye, em ê xwedî lê derkevin.”

‘Kes mafên mirovan napêreze, her kes şerê xwe pîroz dike’

Omer Saman anî ziman ku dema çek diteqin mafên mirovan tê jibîrkirin û wiha bal kişand ser şerê li Rojava û Sûriyeyê: “Jiyana xelkê Sûriyeyê ev di van 15 salên dawî de di bin metirsiyê de ye. Ji welatê xwe bûn û ew bûn pênaber. Pênaberî li wan hat ferzkirin û kirin rastiya jiyana wan. Dîmenên pirr xembar û bi êş ji Rojava û Sûriyeyê tên. Divê Neteweyên Yekbûyî û saziyên navneteweyî bi lezgînî xwe bigihînin xelkê perîşan û hewcedariyên wan bicih bînin. Mixabin kes qala van tiştan nake. Dema tu televîzyonan vedikî her kes pîrozbahiyên şerê xwe dike. Lê nabêjin ew însanên li wir dijîn di çi rewşê de ne. Ji bo welatê van mirovan bibe welatekî demokratîk ne derdê tu kesî ye. Lê heqê tu kesî nîn e ku mafên mirovan binpê bikin.”

‘Hê jî Kurd bi komkujiyan re rû bi rû ne’

Omer Saman destnîşan kir ku li Rojhilata Navîn bi taybet cihê ku Kurd lê dijîn, her tim wekî arkeolojiyekî xerabiyê tînin serê wir û got: “Tu rûpela kîjan dîrokê vedikî, her dem xerabî rastî Kurdan hatiye. Dîmenên koçberên li Şehbayê, Til Rifatê, dîmenên Komkujiya Helebceyê tîne bîra mirovan. Sî çil sal bi ser wê komkujiyê re derbas bû lê Kurd hê jî bi heman komkujiyan re rû bi rû dimînin.”

Etîket: AmedHefteya Mafên MirovanÎHDmafên mirovanOmer SamanWindaXizmên windayan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Mihrîcana Şanoyê bi lîstika ‘RAR’ bi dawî bû

Mihrîcana Şanoyê bi lîstika ‘RAR’ bi dawî bû

3 GULAN 2026
Roja dawî ya mihrîcanê bi şanoya ‘The Letter’ dest pê kir

Roja dawî ya mihrîcanê bi şanoya ‘The Letter’ dest pê kir

2 GULAN 2026
Li çar bajaran li aqûbet û kujerên windayan hate pirsîn 

Li çar bajaran li aqûbet û kujerên windayan hate pirsîn 

2 GULAN 2026
Mihrîcana Şanoyê ya Amedê di roja 10an de berdewam kir

Mihrîcana Şanoyê ya Amedê di roja 10an de berdewam kir

1 GULAN 2026
Li Amedê mitînga 1ê Gulanê bi dawî bû

Li Amedê mitînga 1ê Gulanê bi dawî bû

1 GULAN 2026
Şarê Êlihî seba Rojava rayra şono

Li Amed, Wan, Dêrsim û Stenbolê mitîngên 1ê Gulanê dest pê kirin

1 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Derketina Amedsporê ya Super Lîgê li gelek bajaran hat pîrozkirin

    Derketina Amedsporê ya Super Lîgê li gelek bajaran hat pîrozkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Gelawêj Ewrîn: Piştî şerê Îranê dibe ku statuya hin netewe-dewletan biguhere

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Serkeftina Amedsporê dilê Kurdan geş kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Amedspor derket Super Lîgê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Enqereyê qûrbaniyên komkujiya Dêrsimê hatin bibîranîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • MÎT: Dê ji bo PKKiyên çek berdane ‘mekanîzmaya teyîdkirinê’ bê avakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 3yê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Xitimandina pêvajoyê dê bi azadiya Azadiya Abdullah derbas bibe’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Îzmîrê wêje û helbesta Kurdî hat nîqaşkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (70)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne