• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
30 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li 3 welatan karesata şerê Îsraîl, Îran û Hizbûllahê

    Li 3 welatan karesata şerê Îsraîl, Îran û Hizbûllahê

    ROJEVA 6ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 30ê ADARA 2026an

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Ne li Îmrali, li Amarayê’ derket

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Ne li Îmrali, li Amarayê’ derket

    Hevpeymaniya Hêzên Rojhilat Qazî Mihemed û hevalên wî bi bîr anî

    Hevpeymaniya Hêzên Rojhilat Qazî Mihemed û hevalên wî bi bîr anî

    Li Aydinê ji bo şervanê YPGê Şerzan Sason şîn hat danîn

    Li Aydinê ji bo şervanê YPGê Şerzan Sason şîn hat danîn

    Rêwar Awdanan: Divê hemû neteweyên Îranê beşdarî siyasetê bibin

    Rêwar Awdanan: Divê hemû neteweyên Îranê beşdarî siyasetê bibin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li 3 welatan karesata şerê Îsraîl, Îran û Hizbûllahê

    Li 3 welatan karesata şerê Îsraîl, Îran û Hizbûllahê

    ROJEVA 6ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 30ê ADARA 2026an

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Ne li Îmrali, li Amarayê’ derket

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Ne li Îmrali, li Amarayê’ derket

    Hevpeymaniya Hêzên Rojhilat Qazî Mihemed û hevalên wî bi bîr anî

    Hevpeymaniya Hêzên Rojhilat Qazî Mihemed û hevalên wî bi bîr anî

    Li Aydinê ji bo şervanê YPGê Şerzan Sason şîn hat danîn

    Li Aydinê ji bo şervanê YPGê Şerzan Sason şîn hat danîn

    Rêwar Awdanan: Divê hemû neteweyên Îranê beşdarî siyasetê bibin

    Rêwar Awdanan: Divê hemû neteweyên Îranê beşdarî siyasetê bibin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

KURDÎGEH: Em ê mehekî Cejna Zimanê Kurdî pîroz bikin

Wan / AW

7 GULAN 2025 - 14:43
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
KURDÎGEHê bi boneya 15 Gulanê Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyek da û diyar kir ku ew dê ji bo statuya Kurdî û perwerdehiya bi zimanê dayikê têbikoşin û got: “Divê zimanê Kurdî bibe xwedî statu û zimanê perwerdehiyê, di qanûna bingehîn û qanûna de bê mîsogerkirin.”

Bi pêşengiya Komeleya Pêşvebirina Çand û Zimanê Kurdî (KURDÎGEH) bi beşdariya DEM Partî, DBP û saziyên demokratîk ên Kurd li Wanê bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî deklerasyonek hat eşkerekirin. Di daxuyaniyê de pankarta “statuya Kurdî, perwerdehiya bi Kurdî” hat vekirin û lolîpopên “Kurd, Kurdî, Kurdistan”, “Zimanê min welatê min e” û “bê ziman jiyan nabe” hatin hilgirtin. Mamoste û rêveberên KURDÎGEHê bi cil û bergên Kurdî tev li daxuyaniyê bûn. Daxuyaniya deklerasyonê li Kolana Hunerê ya Wanê hat lidarxistin û gelek saziyên sivîl û partiyên siyasî tev li bûn.

‘Em jiyaneke bêkurdî qebûl nakin’

Metna daxuyaniyê ji hêla rêveberê KURDÎGEHê Bîrhat Dûman ve hat xwendin. Dûman diyar kir ku zimanê kurdî nirxê kurdan ê herî bingehîn e û çavkaniya sereke ya hebûn, nasname û yekîtiya neteweyî ye. Bîrhat Dûman da zanîn ku zimanê kurdî mifteya azadiya kurdan e û wiha got: “Çawa ku hemû neteweyên din bi zimanê xwe hene em kurd jî bi zimanê xwe hene. Mafên hemû zimanên cîhanê çi bin mafên zimanê me kurdî jî ew in. Lê mixabin, ji ber ku em kurd bi salan tune hatin hesibandin zimanê me kurdî jî tune hate hesibandin, hat qedexekirin, rastî gelek êrişan hat. Hewl hat dayîn ku zimanê me kurdî ji holê bê rakirin. Lê, me gelê kurd bi têkoşîna xwe nehêla ev yek bê. Dîsa jî îro bi gelek awayên cuda zimanê kurdî hê jî rastî tunehesibandin, qedexekirin û pişaftinê tê. Desthilatdar hê jî hewl didin ku bi gelek rê û rêbazên nûjenkirî zimanê kurdî ji civaka kurd qut bikin, sînordar bikin û di nava demê de bihelînin. Bêguman em kurd nahêlin ev yek pêk bê. Em ê di her şert û mercan de zimanê xwe biparêzin. Em jiyaneke bêkurdî bi tu awayî qebûl nakin.”

Bal kişand ser Banga Aştî û Civaka Demokratîk

Bîrhat Dûman bal kişand ser “Banga Aştî û Civaka Demokrasiyê” ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 27ê Sibatê de deklere kiribû. Bîrhat Dûman gotinên Ocalan yên derbarê zimanê dayikê de jî bi bîr xist û ev tişt got: “Rêzdar Abdullah OCALAN jî diyar dike ku ‘Meseleya zimanê dayikê qasî nan û avê girîng e. Yên ku nikaribin li zimanê xwe xwedî derkevin nikarin li tu tiştî xwedî derkevin. Xwedîlêderketina li zimanê xwe peywira hemû kesan e’. Rêzdar Abdullah OCALAN demekê berî niha, banga Aştî û Civaka Demokratîk kir. Em jî heta dawiyê li gel vê banga dîrokî ne. Helbet ji bo ku aştiyeke birûmet pêk bê û civateke demokratîk bê avakirin divê tecrîda li ser rêzdar Abdullah OCALAN tevahî bê rakirin, ji aliyê fîzîkî ve serbest û azad be, nasnameya kurdî xwebirêvebirina kurdan ji aliyê siyasî û hiqûqî bê nasîn; zimanê kurdî û hemû nirxên me kurdan li her derê azad û serbest bin. Divê zimanê kurdî bibe xwedî statu û zimanê perwerdehiyê, di qanûna bingehîn û qanûnan de bê mîsogerkirin. Ji bo vê jî, em ê wek saziyên zimanê kurdî, partî û hemû pêkhateyên demokratîk bi diruşma ‘Statuya Kurdî, Perwerdehiya bi Kurdî’ têkoşîna xwe bilindtir û berfirehtir bikin.”

Xebatên ku dê bikin eşkere kir

Bîrhat Dûman behsa bernameya mehekê ya ji bo Cejna Zimanê Kurdî kir û wiha pê de çû: “Li ser vê bingehê; em ê heta 1ê Hezîranê, xebat, bername û çalakiyên cur bi cur ên kurdî li nava civakê li dar bixin; li navçe, gund, tax, kolan û malan, li nav ciwan, zarok, zanîngeh, esnaf û hemû qadên din belav bikin. Em ê bernameyên meş, daxuyaniyên girseyî, xebatên belavok, pankart û bîlbordên bi kurdî, civînên zimanê kurdî yên li nava gel, form, kursiyên gel, konên zimanê kurdî, hînkirina alfebeya kurdî, bernameyên helbestxwendin, çîrokbêjî û dengbêjiyê, şano, pêşengehên pirtûkên bi kurdî, panel, sempozyum, şahî, konser, gotûbêj, xebatên cur bi cur ên li ser qada dijîtal, bernameyên li bin banê rêveberiyên xwecihî/şaredariyan têkoşîna ji bo zimanê kurdî li her derê belav bikin.”

‘Em ê hişmendiya zimanê Kurdî belav bikin’

Bîrhat Dûman bang li sazî û dezgehên demokratîk kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi taybetî, em ê têkoşîna ji bo pêkanîna daxwaza statuya kurdî, perwerdehiya bi kurdî, serbestî û azadiya kurdî ya li her derê civak û jiyanê, vegerandina hemû navên cih û tiştên kurdî yên ku kirine tirkî li her derê belav bikin. Dîsa em hişmendiya sazkirin, rêxistinkirin û hîndekariya zimanê kurdî belav bikin. Bi vê armancê; em bang li hemû sazî û derdorên azadîxwaz, aştîparêz, demokrat û civakparêz, bi taybetî jî bang li jin, ciwan, rewşenbîr û li hemû kurdan dikin ku; em hemû kurd li dor zimanê kurdî, yekîtiya xwe ava bikin; her rojê bikin cejna zimanê kurdî; her dem û li her derê têkoşîna parastin û pêşvebirina zimanê kurdî bilindtir û berfirehtir bikin, zimanê kurdî li her qadê bikin xwedî statu, bikin zimanê perwerdehî, têkoşîn, xebat, têkilî û jiyanê; her mal, gund, kolan, tax, wargeh û jîngehekê bikin dibistan û zanîngeheke kurdî, bikin Kurdîgehek.”

Daxuyanî bi dirûşmeya “Bê ziman jiyan nabe” bi dawî bû.

Etîket: 15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê KurdîKURDÎGEH
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Wanê panela ziman: Divê hişmendiya ziman bê pêşxistin

Li Wanê panela ziman: Divê hişmendiya ziman bê pêşxistin

20 SIBAT 2026
KURDÎGEHê di çarçoveya 21ê Sibatê de çalakiyek li dar xist

KURDÎGEHê di çarçoveya 21ê Sibatê de çalakiyek li dar xist

18 SIBAT 2026
Ji KURDÎGEHê deklarasyona 21ê Sibatê: Bila Kurdî di destûra bingehîn de cîh bigire

Ji KURDÎGEHê deklarasyona 21ê Sibatê: Bila Kurdî di destûra bingehîn de cîh bigire

17 SIBAT 2026
KURDÎGEH: Heta zimanê Kurdî nebe xwedî statu aştiyeke rast pêk nayê

KURDÎGEH: Heta zimanê Kurdî nebe xwedî statu aştiyeke rast pêk nayê

6 ÇILE 2026
Rêveberê KURDÎGEHê: Daxwaza Serhediyan perwerde û statuya Kurdî ye

Rêveberê KURDÎGEHê: Daxwaza Serhediyan perwerde û statuya Kurdî ye

31 KANÛN 2025
Partî û saziyên Wanê: Faîlên êrîşê ceza bikin

Partî û saziyên Wanê: Faîlên êrîşê ceza bikin

15 TÎRMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Ji bo berjewendî û mafên gelê Kurd yekitî mecbûrî ye

    Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Ji bo berjewendî û mafên gelê Kurd yekitî mecbûrî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Îşkenceya polîsan: Lêdan û gotin ji derenceyê ketiye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Azadiya Welat bi manşeta ‘Ne li Îmrali, li Amarayê’ derket

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 30ê ADARA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Divê Kurd di bin Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk de bibin yek’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rêwar Awdanan: Divê hemû neteweyên Îranê beşdarî siyasetê bibin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Stûneke wêjeya Kalsîk a Kurdî: Şêx Evdirehmanê Axtepî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Di nava Serokkomariya Îranê û hêzên leşkerî de nakokî kur dibin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şahiya Serhivde di roja sêyemîn de bi dawî bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (1116)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne