Wan – Hevseroka KURDÎGEHê û yek ji mamosteyên KURDÎGEHê di çarçoveya 15ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî de, li ser girîngiya zimanê dayikê û astengiyên li pêşiya perwerdehiya bi zimanê Kurdî axivîn û gotin ku xebatên tên kirin têra pêşxistina zimanê Kurdî nake.
Bi pêşengiya rewşenbîr û zimannasê Kurd, Celadet Elî Bedirxan û hevalên wî, di 15ê Gulana 1932yan de Kovara Hawarê li bajarê Şamê ya paytexta Suriyeyê bi tîpên Latînî hat çapkirin. Ev gav ji bo zimanê Kurdî ronesansek bû ku tevî nebûna statuyê jî zimanê Kurdî pêşve diçû. Li ser vê yekê di sala 2006an de 15ê Gulanê weke “Roja Cejna Zimanê Kurdî” hat ragihandin û gelê Kurd ji wir û şûn ve her sal 15ê Gulanê weke cejnê pîroz dike. Lê belê tevî hemû zext, astengî, qedexe û polîtîkayên bişaftinê jî Kurdî dîsa geş û zindî ye. Ji ber nebûna statuyê û perwerdehiyê zimanê Kurdî dernakeve astek akademîk û bilind. Li bakurê Kurdistanê bi dehan saziyên Kurdî hene ku hewl didin hişmendiya ziman di nava civakê de belav bikin, lê xebatên van saziyên heyî têr nakin ji ber ku Kurdî ne zimanê perwerdehiyê ye.
Rêveber û mamosteyên Komeleya Pêşxistina Çand û Zimanê Kurdî (KURDÎGEH) bi boneya 15ê Gulanê û girîngiya ziman de axivîn.
‘Xebatê qada ziman têrê nake’
Hevseroka KURDÎGEHê Arîfe Aslan bal kişand ser xebatên komeleyên Kurdî û got ku xebatên ji bo Kurdî tên kirin, têr nake. Arîfe Aslan diyar kir ku mijara ziman hinek din di nava entelektuelan de asê maye û ji civakê dûr e û ev tişt got: “Di saziyeke ziman de salê bi hezaran şagirt perwerdehiyê dibînin, lê dîsa jî ev yek bandoreke erênî li ser rewşa zimanê Kurdî nake. Lewma divê perwerdehiya bi zimanê Kurdî di dibistanan de, heta di zanîngehan de bê dayîn. Di saziyên me de tenê rêziman tê dayîn û ev yek têr nake, divê beşên din jî bi Kurdî bên dayîn ku mayînde bibe.”
‘Bi polîtîkayên şerê taybet zarokên me rastî bişaftinê tên’
Di berdewamiya axaftina xwe de Arîfe Aslan bal kişand astengiyên li pêşiya Kurdî û diyar kir ku astengiyên herî mezin qedexekirin, polîtîkayên bişaftinê û dorpêçkirin e. Arîfe Aslan destnîşan kir ku di hemû qadên jiyanê de dorpêçeke mezin li ser Kurdî heye û wiha got: “Ji ber ku di dibistan, televîzyon, teknolojî, înternetê de zimanê biyanî serdest e, zarok hê jî di temenên biçûk de hînî zimanê desthilatê dibin. Her wiha ji ber ku bi zimanê serdestan perwerdehiyê dibînin, bişavtineke mezin li ser zarokên Kurd tê kirin. Ankû bi awayekî zanebûn bi şerê taybet zarokên me rastî bişavtinê tên. Lê belê gelê Kurd dibêje em dê zimanê xwe xwedî derbikevin. Divê em nehêlin zimanê me winda bibe. Weke tê zanîn dibistana ewil mal e û mamosteyên ewil jî dayik û bav in.Lewma divê em çand û zimanê xwe nîşanî zarokên xwe bidin. Divê Kurd doza fermîbûna zimanê Kurdî bikin rojeva xwe ya sereke.”
‘Plansaziyên me ji bo siberojê hene’
Yek ji mamosteyên KURDÎGEHê Mehdî Gerçeklî jî got ku xebatên wan li gorî asta bişavtin û astengiyan têra pêşxistina Kurdî nake. Mehdî Gerçeklî dest nîşan kir ku ew ji bo çirûskeke Kurdewarî xebatên xwe dimeşînin û hewl didin bi vê çirûskê zimanê Kurdî careke din geş bikin. Mehdî Gerçeklî anî ziman ku plansaziya wan ji bo siberojê hene û got: “Heke ev plansaziya me pêk bê û em bikaribin pêk bînin, rastî jî dê gelê me sûdê jê bigire. Em dê hewl bidin xizmeta gelê xwe bikin.”
‘Pirsgirêka herî mezin hişmendî ye’
Mehdî Gerçeklî nehaydarbûna civakê ya çand û dîroka Kurdan rexne kir û diyar kir ku ew weke civak bi çand û dîroka xwe re eleqedar nînin. Mehdî Gerçeklî destnîşan kir ku bêxemiyek heye û ev tişt li axatina xwe zêde kir: “Em xwe naêşînin. Bi takkesî jî be, em xwe di vî warî de nawestînin. Lewma pirsgirêka me ya herî mezin hişmendî ye. Gelek kesên biyanî lêkolînan li ser çand û zimanê me dikin û sûdê jê digirin, lê em ji vê yekê haydar nîn in. Her kes dewlemeniya zimanê Kurdî dizane, lê Kurd nizanin.”
‘Hişmendiya neteweyî qels dibe’
Mehdî Gerçeklî diyar kir ku ev sed sal in li ser zimanê Kurdî polîtîkayên tunekirinê, bişaftinê û helandinê tê meşandin û wiha got: “Ev yek nayê qebûlkirin. Di tu deverên cîhanê de ev yek nehatiye kirin, gelek civak û gelên bindest hene, lê mafê wan ê zimanê dayikê tê parastin. Ev maf tenê ji bo Kurdan derbasdar nîne, ji bo tunekirina çand û zimanê me hemû tiştan dikin. Zagonên pergalê û nêzîkatî û hişmendiya wan pir gemarî û qirêj e. Mixabin di nava me de jî hişmendiya neteweyî hindî ku diçe qels dibe.”

‘Divê em jî ji bo Kurdî biqîrin’
Mehdî Gerçeklî destnîşan kir ku dema Celadet Elî Bedirxan kovara Hawarê derxistiye, hemû cîhên ku Kurd li dijiyan, ziman jî Kurdî bû û wiha dawî li axaftina xwe kir: “Tevî vê yekê jî Celadet Bedirxan ji bo pêşxistina zimanê Kurdî kir ‘Hawar’. Divê me jî li dijî polîtîkayên bişaftin, tunekirin û helandinê bisekinin û qedrê ku zimanê me heq dike, bidinê. Divê em jî ji bo Kurdî qêrîneke wisa bikin ku ji neynokên me heta porê serê me gije gij bibe.”













