Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê lansmana Fûara Çand a ArtTigris pêk anî. Fûar dê di navbera 18 û 21e Îlonê pêk bê.
Odeya Bazirganiyê û Pîşesaziyê ya Amedê û Fûara Atîs Navenda Gastronomiyê dê Fûara Çand ArtTigris pêk bînin. Odeyê berê lansmana fuarê pêk anî. Serokê DTSO Mehmet Kaya û gelek karsaz û hunermend beşdar bûn. Fûar dê di navbera 18 û 21ê Îlonê Navênda Fûarê pêk bê. Di Fûarê de gelek komxebatên çandî û konser dê bên lidarxistin. Serokê DTSO Mehmet Kaya diyar kir ku ew dixwazin bajarê Amedê bikin bajarê fûarê. Mehmet Kaya da zanîn ku di 2025an de wan 4 fûar pêk anî û dê 4 fûar din jî pêk bînin û dê gelek hunermend tev li fûarê bibin.