Polîsan li Stenbolê 97 xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî binçav kirin. Walîtiya Stenbolê daxuyanî da û anî ziman ku di bûyeran de 97 kes hatine binçavkirin.
Duh li Zanîngeha Boğazîçî çalakî pêk hatin. Di çalakiyan de polîsan mudaxaleyî xwendekaran kir. Di bûyerê de polîsan 97 xwendekar binçav kirin. Têkildarî bûyerê Walîtiya Stenbolê daxuyanî da. Walîtiyê ani ziman ku di bûyeran de polîsan 97 kes binçav kirine. Walîtiyê anî ziman ku di bûyeran de 13 polîs jî birîndar bûne.