• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
04 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Kurê Xameneyî bû rêberê olî yê Îranê

    Kurê Xameneyî bû rêberê olî yê Îranê

    Li Dihê şahiya dengbêjiyê hate lidarxistin

    Li Dihê şahiya dengbêjiyê hate lidarxistin

    Êrişî Hewlêr û Silêmaniyê hate kirin

    Êrişî Hewlêr û Silêmaniyê hate kirin

    Hevşaredarên nû yên Mexmûrê hatin hilbijartin

    Hevşaredarên nû yên Mexmûrê hatin hilbijartin

    Girtiyên li Girtîgeha Mihabadê li dijî rejîmê çalakî kirin

    Girtiyên li Girtîgeha Mihabadê li dijî rejîmê çalakî kirin

    Li Riyadê li dijî Balyozxaneya DYAyê êriş: Agir bi avahiyê ket

    Li Riyadê li dijî Balyozxaneya DYAyê êriş: Agir bi avahiyê ket

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Kurê Xameneyî bû rêberê olî yê Îranê

    Kurê Xameneyî bû rêberê olî yê Îranê

    Li Dihê şahiya dengbêjiyê hate lidarxistin

    Li Dihê şahiya dengbêjiyê hate lidarxistin

    Êrişî Hewlêr û Silêmaniyê hate kirin

    Êrişî Hewlêr û Silêmaniyê hate kirin

    Hevşaredarên nû yên Mexmûrê hatin hilbijartin

    Hevşaredarên nû yên Mexmûrê hatin hilbijartin

    Girtiyên li Girtîgeha Mihabadê li dijî rejîmê çalakî kirin

    Girtiyên li Girtîgeha Mihabadê li dijî rejîmê çalakî kirin

    Li Riyadê li dijî Balyozxaneya DYAyê êriş: Agir bi avahiyê ket

    Li Riyadê li dijî Balyozxaneya DYAyê êriş: Agir bi avahiyê ket

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Hem dawet dikin û hem binçav dikin

Veysî Avci

15 GULAN 2025 - 11:10
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Fîlîz Bûdak anî ziman ku şandeya wan li ser banga Bexdeyê çûn bi Wezîre Dadê re hevdîtin kir û piştî hevdîtinê di derketina Bexdeyê de hatin binçavkirine û got: “Hem bi awayekî fermî bang li şandeyê dikin û hem jî binçav dikin. Ev pirsgirêk e.”

Hikûmeta Iraqê şandeya ji Meclîsa Gel a Mexmûrê pêk dihat, dema çûbûn Bexda piştî vegerê di rê de binçav kirin. Ji bo çareserkirina pirsgirêka nasname û ambargoya li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) şandeyek ji Meclîsa Gel ya Mexmûrê çûbûn Bexda. Şande piştî bi Wezareta Edaletê re hevdîtin kir û şûnde, di vegerê de hate girtin.

‘Çûn û hatina Mexmûrê qedexe dikin’

Têkildarî mijarê Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Fîlîz Bûdak anî ziman ku Meclîsa Mexmûrê ji bo li ser pirsgirêka nasname û ambargoya ya li ser gelê Mexmûrê daxwaz ji Wezareta Edaletê kiribû ku hevdîtinekê bikin.
Têkildarî mijarê Hevseroka Meclisa Gel a Mexmûrê Fîlîz Bûdak bertekên xwe anî ziman û wiha got: “Hikûmeta Iraqê bi qasî mehekê ye ambargoyek giran daniye ser wargehê. Bi taybet di aliyê çûn û hatina wargehê de pirsgirêkan derdixin. Karkerên ku diçin derve û tên digirin. Bi rojan e çûn û hatina Mexmûrê qedexe kirine. 2 hefte berê şandeyek hat vir û me li ser van pirsgirêkan niqaş kir. Gotin ‘em ê biçin Bexdeyê û hiqaşên we bi rayedarên hikûmetê re parve bikin û encamê ji were ragihînin. 2 hefte derbas bûn, lê heta niha der barê encamê de tu agahî nedane.”

‘Der barê şandeyê de em agahî nastînin’

Fîlîz Bûdak, destnîşan kir ku herî dawî duh xeber şandin û gotin ‘Heyetek dikare bê bi wezîrê dadê re bike.’ Fîlîz Bûdak, da zanîn ku wan ji nava meclisê şandeyek amade kir û şand Bexdeyê û wiha berdewam kir: “Şandeyê bi wezîrê Dadê re hevdîtin kir. Piştî hevdîtinê şande dema ji Bexdeyê derdiket, ew binçav kirin. Heta niha der barê rewşa wan de tu agahiya me tune ye. Tenê dibêjin ‘em niha bernadin’ em sedemê nizanin. Em der barê sedema binçavkirina wan de tu tiştî nizanin. Heta niha tu agahî nedane.”

‘Destwerdana vîna gel e’

Fîlîz Bûdak, anî ziman ku wekî gel hewl didin bertekên xwe nîşan bidin û wiha bi dawî kir: “Di şandeyê de Hevserokên Şaredariyê, Nûnerên meclisê, Berdevkê dîplomasiyê hene. Em vê rewşê qebûl nakin. Ev destwerdana vîna Wargeha Mexmûrê ye. Heta niha nasnameyên şêniyên wargehê jî nehatine çêkirin. Di ser nasnameyan re dem derbas bû. Her car hinceta ‘dem di ser re derbas biye’ nîşan didin. Wan bi xwe şande dawet kirine û li gel vê yekê dîsa şandeya me dane girtin. Ev pirsgirêk e û nayê qebûlkirin.”

Etîket: BexdaFîlîz BûdakMexmûrşandeWezareta Dadê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Hevşaredarên nû yên Mexmûrê hatin hilbijartin

Hevşaredarên nû yên Mexmûrê hatin hilbijartin

3 ADAR 2026
Mazlûm Ebdî şandeya hikûmeta demkî pêşwazî kir

Mazlûm Ebdî şandeya hikûmeta demkî pêşwazî kir

2 ADAR 2026
Seroka Rêxistina Azadiya Jinan a Iraqê li Bexdayê hate kuştin

Seroka Rêxistina Azadiya Jinan a Iraqê li Bexdayê hate kuştin

2 ADAR 2026
HSDê şandeye Wezareta Parastinê pêşwazî kir

HSDê şandeye Wezareta Parastinê pêşwazî kir

6 SIBAT 2026
Li Bexdayê teqîn

Li Bexdayê teqîn

3 SIBAT 2026
Şandeya Fransayê: Em ji bo mafên Kurdan biparêzin li vir in

Şandeya Fransayê: Em ji bo mafên Kurdan biparêzin li vir in

2 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Sema Çaglak: Cil û bergên me nasname, çand û hebûna me ye

    Sema Çaglak: Cil û bergên me nasname, çand û hebûna me ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şerê Îran û Îsraîlê di roja 4yemîn de ye: Êrişên hevdem, moşekên nû, Hurmiz û nîqaşa şerê bejahî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji 27ê Sibatê heta Îro: Mudaxeleya Ocalan a Sûrî û nêrînên wî yên li ser qeyrana Rojhilata Navîn – 7

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bahçelî: Banga 27ê Sibatê baştir hat fêmkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Axîos: Washington rola Kurdan di qonaxa nû de dinirxîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tirkiye biryarên DMMEyê nas nake 

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 3yê ADARa 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji jinên girtî re fularên 8ê Adarê şandin: Ruhê 8ê Adarê di nava diwaran de nayê sekinandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nobeta li Bestayê bi dawî bû dê çalakiyên cuda pêk bînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (123)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne