Derhênerê sînemayê Alî Ozgenturk jiyana xwe ji dest da. Ji bo Ozgenturk dê sibe li Beyoglûyê merasîm bê lidarxistin.
Derhênerê sînemayê Alî Ozgenturk jiyana xwe ji dest da. Fîlmên “Hazal”, “Hesp (At)”, “Notirvan (Bekçî)”, “Balayka” jî di nav de Ozgenturk derhêneriya gelek fîlmên din kiribû. Di heman demê, di pêvajoyên senaryoyên fîlmên weke “Selvî Boylum Al Yazmalim”, “Fikar (Endîşe)” û “Kerî (Suru)” de jî cih girt.
Sendîkaya Kedkarên Sînemayê (Sîne Sen) dê sibe saet di 14.00an de ji bo Ozgenturk li Sînemaya Atlasê merasîma bîranînê li dar bixe.