• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
13 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ji Meclisa Ciwanan meşa Cejna Zimanê Kurdî

    Ji Meclisa Ciwanan meşa Cejna Zimanê Kurdî

    ‘Paradîgamaya Ocalan dê bandorê li Tirkiye û cihanê bike’

    ‘Paradîgamaya Ocalan dê bandorê li Tirkiye û cihanê bike’

    Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were dabînkirin

    Ozgur Ozel: Em ji bo aştiyeke mayînde di nava hewldaneke zêde de ne

    Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were dabînkirin

    Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were dabînkirin

    Fetî Yildiz: Mafê hêviyê wê di raporê de cih bigire

    Fetî Yildiz: Ji bo aştiya mayînde em ê stranên xwişk û biratiyê bistrên

    Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş ji Forûma Aştiyê re peyam şandin

    Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş ji Forûma Aştiyê re peyam şandin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Ji Meclisa Ciwanan meşa Cejna Zimanê Kurdî

    Ji Meclisa Ciwanan meşa Cejna Zimanê Kurdî

    ‘Paradîgamaya Ocalan dê bandorê li Tirkiye û cihanê bike’

    ‘Paradîgamaya Ocalan dê bandorê li Tirkiye û cihanê bike’

    Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were dabînkirin

    Ozgur Ozel: Em ji bo aştiyeke mayînde di nava hewldaneke zêde de ne

    Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were dabînkirin

    Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were dabînkirin

    Fetî Yildiz: Mafê hêviyê wê di raporê de cih bigire

    Fetî Yildiz: Ji bo aştiya mayînde em ê stranên xwişk û biratiyê bistrên

    Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş ji Forûma Aştiyê re peyam şandin

    Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş ji Forûma Aştiyê re peyam şandin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Komeleya zimanê kurdî li Tekîrdagê hate vekirin

Navenda Nûçeyan / AW

18 GULAN 2025 - 18:40
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Kurdîhezên li Tekîrdagê Komeleya Lêkolînên Ziman û Çanda Mezopotamyayê vekirin. ji mamosteyên komeleyê Cevdet Zîlan diyafr kir ku fermîbûna zimanê kurdî, berpirsyartiya her kesî ye.

Li Semta Kizilpinarê ya navçeya Çerkezkoyê ya Tekîrdagê, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çanda Mezopotamyayê hate vekirin. Gelek kesên ji partiyên siyasî, rêxistinên jinan û rêxistinên civaka sivîl tev li merasîmê bûn. Hunermendên herêmî jî derketin ser dikê û stranên kurdî gotin. Piştre jî ji mamosteyên komeleyê Cevdet Zîlan metna daxuyaniyê xwend.

Zîlan ev tişt anî ziman: “Neteweya Kurd neteweyeke herî qedîm a mirovahiyê ye. Zimanê kurdî jî nirxekî herî bingehîn û jêneger ê neteweya Kurd û hemû mirovahiyê ye. Sed mixabin bi sedan sal in ji ber tunehesibandina neteweya Kurd, bi awayekî hovane hewl hat dayîn ku wek gelek çand û zimanên cuda, çand û zimanê kurdî jî ji holê bê rakirin. Lê di encama têkoşîna neteweya Kurd de ev hewldan têk çûn. Em dibînin ku li şûna wê, pêkanînên li dijî zimanê kurdî hatin nûjenkirin; zimanê kurdî hê jî di fermiyetê de nayê qebûlkirin; bi rê û rêbazên nûjenkirî yên cur bi cur tunehesibandin, qedexekirin, dorpêçkirin û pişaftina li ser zimanê kurdî bi awayên cuda berdewam dikin, bi serwerkirina zimanê tirkî ya li her derê Kurdistanê û li her derê ku Kurd lê dijîn hê armanc û daxwaz ew e ku Kurd bên pişaftin û zimanê kurdî bihele û bi demê re ji holê rabe. Ev yek sûcekî mirovahiyê ye.

Bêguman em Kurd bi tu awayî destûr nadin ku ev yek pêk bê. Jiyaneke bê kurdî ji bo me Kurdan wek laşekî bêmejî, bêdil û bêgiyan e. Zimanê me çavkaniya me ya bingehîn a hebûn, xwebûn, nasname, giyan û jiyana me ya neteweyî, azad û demokratîk e. Zimanê me çavkanî û hîmê yekîtiya me ya neteweyî ye, mifteya azadiya me ya ji her milî ve ye. Zimanê kurdî xeta me ya herî sor û li jor e.

Rêzdar Abdullah Ocalan jî bi taybetî diyar dike ku ‘Xwedîlêderketina ziman û çanda xwe, pêşvebirina wan pêwistiyeke mirovbûnê ye. Yên ku nikaribin li zimanê xwe xwedî derkevin nikarin li tu tiştî xwedî derkevin. Ên nikaribin li zimanê xwe xwedî derkevin nikarin li mirovbûna xwe jî xwedî derkevin. Ên ku zimanê xwe nezanin û bi pêş ve nebin nîvmirov dimînin.Tu zimanê dayikê hîn nebî, perwerdehiya wê nebînî tu nikarî rast û baş bifikirî, nikarî tiştekî hilberînî; wisa li te tê wek ku mejiyê te miriye. Meseleya zimanê dayikê qasî nan û avê girîng e. Ji ber ku ziman û çanda me hatine qedexekirin ev 50 sal in me têkoşîneke mezin meşand. Xwedîlêderketina li ziman û çanda xwe peywira hemû kesan e.’

BANGA OCALAN NÎQAŞÊN SER kurdî JÎ XURT KIRIN

Banga rêzdar Abdullah Ocalan a ‘Aştî û Civaka Demokratîk’, nîqaşên li ser serbestî û azadiya zimanê kurdî jî xurt kirin. Em jî heta dawiyê li gel vê banga dîrokî ne û dibêjin mafên neteweya Kurd ên zimanî, çandî, siyasî, hiqûqî û xwerêveberî, ne mijara bazarê ne û divê hemû astengiyên li ber bikaranîna van mafan ji holê bên rakirin û zimanê kurdî bibe xwedî statu û zimanê perwerdehiyê da ku civaka azad, demokratîk û aştiyane bê sazkirin. Bêguman ji bo ku ev yek pêk bê, divê rêzdar Abdullah Ocalan bikaribe ji bo pêkanîna aştî û civateke demokratîk serbest û azad tevbigere û bixebite ji bo vê jî divê şert û mercên herî guncav bên amadekirin û di serî de zimanê kurdî, divê nasname û hemû nirx û mafên neteweya Kurd û statuya Kurdan a xwebirêvebirinê ji aliyê siyasî û hiqûqî ve bên nasîn, di makezagon û zagonan de bê mîsogerkirin. Em baş dizanin ku tecrîda li ser rêzdar Ocalan, tecrîda li ser hemû nirxên neteweya Kurd û bi taybetî tecrîda li ser zimanê kurdî rasterast têkildarî hev in.

Ji bo pêkhatina vê jî em ê têkoşîna xwe ya ji bo parastin û pêşvebirina zimanê kurdî ji her demê zêdetir bilindtir û berfirehtir bikin. Bi vê armancê em wek hemû saziyên zimanê kurdî, partî, dezgeh, qad, pêkhate û derdorên cuda yên Kurd û demokratik bi diruşma ‘Statuya kurdî, Perwerdehiya bi kurdî’ merheleyeke nû ya têkoşina ji bo zimanê kurdî didin destpêkirin.

Li ser bingeha van rastiyan; em ê bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê kurdî, di navbera 4ê Gulanê heta 1’ê Hezîranê, li hemû derên Kurdistanê û Tirkiyeyê; têkoşîn, xebat, bername û çalakiyên cur bi cur li nava civakê li dar bixin. Li hemû navçe, gund, tax, kolan û malan, li nav ciwan, zarok, zanîngeh, esnaf û hemû qadên din belav bikin. Meş, daxuyaniyên girseyî, xebatên belavok, pankart û bîlbordên bi kurdî, civînên zimanê kurdî yên li nava gel û hemû saziyan, form, kursiyên gel, konên zimanê kurdî, hînkirina alfebeya kurdî, bernameyên helbestxwendin, çîrokbêjî û dengbêjiyê, şano, pêşengehên pirtûkên bi kurdî, panel, sempozyum, komxebat, konferans, şahî, konser, gotûbêj, bang û gazî, xebatên cur bi cur ên li ser qada dijîtal, bernameyên li bin banê rêveberiyên xwecihî/şaredariyan, bernameyên li Meclîsê, xebatên dîplomatîk û hwd. plansaziyeke têr û tijî amade kiriye.

Bi taybetî, em ê têkoşîna ji bo pêkanîna daxwaza statuya kurdî, perwerdehiya bi kurdî, rakirina hemû astengiyên zagonî û jiyanî yên li pêşiya kurdî, serbestî û azadiya kurdî ya li her derê civak û jiyanê, vegerandina hemû navên cih û tiştên kurdî yên ku kirine tirkî li her derê belav bikin, dîsa em ê li hemû derên Kurdistanê û li hemû derên ku kurd lê dijîn, hişmendiya sazkirin, rêxistinkirin û hîndekariya zimanê kurdî belav bikin.

Bi vê armanc, bîr û baweriyê, em bang li hemû tevger, partî, sazî û derdorên azadîxwaz, aştîparêz, demokrat û mirovahîperwer; bi taybetî jî bang li jin, ciwan, siyasetmedar, rewşenbîr û li hemû Kurdên li her çar milên Kurdistanê û li hemû derên cîhanê dijîn dikin; Werin em hemû Kurd li dor zimanê kurdî, yekitiya xwe ya neteweyî ava bikin; her rojê bikin roj û cejna zimanê kurdî; her dem û li her derê têkoşîna parastin û pêşvebirina zimanê kurdî bilindtir û berfirehtir bikin, zimanê kurdî li her qadên civakî û jiyanî bikin xwedî statu, bikin zimanê perwerdehî, têkoşîn, xebat, têkilî û jiyanê; her mal, gund, kolan, tax, wargeh û jîngehekê bikin dibistan û zanîngeheke kurdî, bikin kurdîgehek.

Bi van hest û ramanan, 15ê Gulanê Cejna Zimanê kurdî ji niha ve, di serî de kedkar, parêzvan û têkoşerên zimanê kurdî, li me hemû Kurdan û li hemû mirovahîparêzan pîroz be! Bijî zimanê kurdî. Her dem kurdî her der kurdî. kurdî yekitî azadî. Ji bo kurdî her dem li her derê têkoşîn û xebat.”

Wekîlê DEM Partiyê Zekî Îrmez jî got ku gelê kurd bi rêya têkoşîna xwe zimanê xwe parastine û got: “Lewma divê li her qadê xwedî li zimanê xwe derkevin. Fermîbûna zimanê kurdî, berpirsyartiya her kesî ye.”

Çalakî, bi çepik û tililiyan bi dawî bû.

Etîket: KomeleKurdîTekîdagziman
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Meclisê daxwaza perwerdehiya Kurdî hat kirin

Li Meclisê daxwaza perwerdehiya Kurdî hat kirin

12 GULAN 2026
Egîtîm Senê banga tevlibûna Sempozyûma Zimanê Kurdî kir

Egîtîm Senê banga tevlibûna Sempozyûma Zimanê Kurdî kir

11 GULAN 2026
Li Botanê banga xwedîderketina zimanê Kurdî hate kirin

Li Botanê banga xwedîderketina zimanê Kurdî hate kirin

10 GULAN 2026
Gelê Hesekê tabelaya bêyî Kurdî ya Edliyeya Hesekê daxist

Gelê Hesekê tabelaya bêyî Kurdî ya Edliyeya Hesekê daxist

7 GULAN 2026
Li Êlihê çalakiya ji bo ziman: Xwedîlêderketina ziman û çandê pêwîstiyek e

Li Êlihê çalakiya ji bo ziman: Xwedîlêderketina ziman û çandê pêwîstiyek e

3 GULAN 2026
Şaredariya Tetwanê qursa Kurdî vekir, bang tevlêbûnê kir

Şaredariya Tetwanê qursa Kurdî vekir, bang tevlêbûnê kir

19 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Di bin gefa ‘algorîtmayê’ de zimanê Kurdî: Divê em pêşî li vîrûsa dîjîtal bigirin

    Di bin gefa ‘algorîtmayê’ de zimanê Kurdî: Divê em pêşî li vîrûsa dîjîtal bigirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çêkera naverokên medya dîjîtal: Hînbûna min a Kurdî bersivek bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Vezîr Parlak: Li Colemêrgê ‘Konsepta Dêrsimê’ tê meşandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojava ji bo parastina zimanê xwe li ser pêya ye: Ziman xeta me ya sor e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sûlava Emrûdê piştî salan careke din bi heybet diherike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ayhan Erkmen li Wanê jiyana Celadet Elî Bedîrxan vegot

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Waliyên Hewlêr û Dihokê serdana Şaredariya Amedê kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were dabînkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şaredariya Payîzava serayek vekir: Armanc xurtkirina aboriya jinan e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (307)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne