* Sekreterê Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Wanê Alî Şapkaci bal kişand ser giringiya bingeheke hiqûqî û got: “Cihê çareseriyê parlemento ye, lewma divê di bin banê parlementoyê de komîsyonek ku ji çend beşan pêk tê, bê ava kirin.”
* Hevberdevkê Tora Mafê Zarokan a Amedê Erdal Aladag têkildarî avakirina Meclisa Zarokan diyar kir ku zarok ji bo mafê xwe biparêzin û têbikoşin wan meclis ava kir.
* Endamê Komeleya Wêjekarên Kurd Mehmûd Gulecan destnîşan kir ku civak li benda azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û wiha got: “Divê birêz Abdullah Ocalan bikaribe bêtir fikrên xwe ji civakê re bêje û guherandinên ku birêz Abdullah Ocalan difikire bi awayekî lezgîn bên pêkanîn.”
* Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari, dê li Navenda Kongreyê ya Sezaî Karakoç a Amedê beşdarî civîna Jinan a Rêveberiyên Herêmî bibe. (09.30)
* OHD, TUAYDERa Amedê û Baroya Amedê dê rapora ku têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan amade kirin li avahiya Şaxa OHDa Amedê bi raya giştî re parve bikin. (12.00)
* Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan dê li Navenda Giştî bi civîna çapemeniyê encama civîna MYKê ya DEM partiyê bi raya giştî re aşkere bike (13.00)
* MED-DER ji bo belgedayîna şagirtên xwe li Komeleya Dîcle Firatê şahiyekê li dar dixe. (18.30)
Rojeva Kirmanckî
* Kongreya Komela Edebîyatkaranê Kurdan do 31ê Gulane de virazîya. Nuştox Alî Ozgeno ke komîsyonê amadekar ê kongre de ca gêno, veng da û vat: “Bêrê ma pîya kera bidê kera ser o.”