Amed – DEM Partiyê bi dirûşma “Bi Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk ber bi Civaka demokratîk ve” civîna Rêveberiyên Herêmî pêk anî. Li salonê pankarta “Hevserokatî xeta mor e” daliqandin.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi dirûşma “Bi Rêverberiyên Herêmî yên Demokratîk ber bi Civaka Demokratîk ve” li eywaneke Çand Amed ya navçeya Yenîşehîr a Amedê civîna serdema navberê ya Rêveberiyên Herêmî yên demokratîk pêk anî. Di civînê de Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Hevserokê DBPê Keskîn Bayindir, Parlamenter û Hevşaredarên DEM Partiyê, hevşaredarên ku qeyûm tayînî şûna wan hatin kirin û hevşaredarên navceyên din û endamên meclisên şaredariyan DEM Partiyê, endam û rêveberên rêxistana DEM Partî, DBP ya Amedê amade bûn.
Li salona civînê bi zaravayên kurmancî û kirmanckî pankartên “Jin Jiyan Azadî”, “Jiyana azad civaka azad”, “Hevserokatî xeta me ya mor e”, “Bi vîna jinê ber bi bajarên azad ve”, “Demê cinîyan, îradeyê cinîyan”, “Em bi vîn û rêxistinbûna xweser li qadan in”, “Bi vîna jinê ber bi demokrasiya xwecihî ve”, “Pê îradeyê cinîyan ver bi bajaranê azadan”, “Gotina me neqediya; Em ê tundiyê bidin sekinandin”, “Ma bi îrade û rêxistinbîyayîşê xo waran ra yê” daliqandin.
Civînê bi rêzgirtinê dest pê kir. Di civînê de ewilî Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn axivî. Dogan Hatûn diyar kir ku ew ji bo aştiyê bi hêvî ne û wiha axivî: “Em bawerin û em ê hêviyê di dile xwe de mezin bikin.
‘Heta aştî pêk bê’
Hevşaredar Serra Bucak jî axivî û da zanîn ku ew ê perspektîfa ekolijîk azadiya jinê pêş bixin û got: “Demek ku em behsa aştiyê dikin gelek bar dikeve li ser milê rêveberiyên herême. Barê me giran e. Lê em ê xebatên xwe mezin bikin.”
Piştî axafitina hevşaredaran sînevîzyon hat temaşekirin. Durê Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan axivî. Piştî axaftinan civîn çapameniyê re girtî berdewam kir.