Li Nisêbînê siyasetmedarên DBPê û DEM Partiyê li sûkê geriyan û bi meşekê êrişên ser Rojava şermezar kirin.
Bi pêşengiya rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û DEM Partiyê yên navçeya Nisêbînê bi armanca şermezarkirina êrişên li ser rojavayê Kurdistanê çalakî li dar xistin. Parlamenterên DEM Partiyê, rêveber û endamên DBPê û DEM Partiyê yên Mêrdîn û navçeyan li hev kom bûn û li Sûka Nisêbînê meş li dar xistin. Girseyê li çepikan da û dirûşma “Bijî berxwedana Rojava” berz kirin. Her wiha di meşê de hat gotin ku çeteyên DAIŞê carek din êrişî Rojava dikin û ew ê destûr nedin êrişên çetayan.
Di meşê de bang li xelkê Nisêbînê hat kirin ku wê li Qada Newrozê kom bibin û êrişên ser Rojava şermezar bikin.