Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir di civînên gel ên li navçeyên Qelqelî û Seravê yên Wanê de bal kişand ser biryara dîrokî ya şewitandina çekan û diyar kir ku ev pêngav ne ji ber lawazbûnê, lê ji bo çareseriya bi edalet, demokrasî û hiqûqê ye.
Civînên gel ên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ku bi dirûşmeya “Em Gotina Aştiyê bi Gel Re Ava Dikin” hatine destpêkirin, gund bi gund û navçe bi navçe berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de, şandeya DBPê li navenda navçeya Qelqelî û Seravê yên Wanê bi welatiyan re hat cem hev û pirsên li ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bersivandin.
‘Çekşewitandina sala borî nîşaneya vîn û dilpakiya Kurdan a ji bo aştiyê ye’
Keskîn Bayindir, di civînan de bal kişand ser kûrahiya têkoşîna azadiyê û sînorên ku bi dengê huner û welatparêziyê hatine derbaskirin û diyar kir ku her çend hewl hatibe dayîn ku gelê Kurd di nav zozan û sînoran de bêdeng bikin û tine bikin jî, îro bi saya têkoşînê dengê Kurdan li seranserê cîhanê belav bûye. Keskîn Bayindir wiha axivî: “Em îro li ser axa xwe, li gelî, zozan, rûbar, çiya, deşt û bajaran li hemberî zilm û zordariyê ne bêdeng in, ne kêm in û ne jî lawaz in. Dinya îro êdî qîma xwe bi welatparêzî û têkoşîna me tîne. Ev keda pîroz a gelê me ye. Daxwaz, gazin û armanca me hemûyan ew e ku em bi hêza gelê xwe, bi cewher, ziman û çanda xwe vê pêvajoyê ber bi aştiyeke birûmet û azadiyê ve bibin û bi ser bixin. Em dixwazin ev pêvajo bi silh, hiqûq û edaletê encam bigire. Bîr û hişê me li cî ye. Rêberê me, tevgera me û gelê me bi dehan caran xwest ku ev mesele bi aşîtî, yasa û qanûnan çareser bibe da ku tu dewlet û hukûmet nekaribe Kurdan înkar bike. Ji sala 1993an û vir ve, Rêber Ocalan heşt caran masê danî û xwest vê pirsgirêkê bi silhê çareser bike. Lê ev dewlet her heşt caran jî ev pêvajoyên çareseriyê bi destê xwe xera kirin û nexwest ku Kurd bigihîjin statû, çand û zimanê xwe.”
‘Me sed salan serî netewand; şewitandina çekan bangawaziya edaletê ye’
Keskîn Bayindir di dawiya gotina xwe de bal kişand ser pêngava dîrokî ya şewitandina çekan û ciddiyeta tevgera Kurd a li pêşberî raya giştî ya cîhanê û got: “Ev gava ku îro hatiye avêtin ne ji ber lawazbûn an jî bêçaretiya Kurdan e; berovajî, ji bêçaretî û asêbûna dewlet û desthilatdariyê ye. Wekî tevger û gel, me gava xwe avêt û ji tevahiya cîhanê re îlan kir. Bi biryara dîrokî ya sala borî ya şewitandina çekan, me helwesteke vekirî, exlakî, wîjdanî û însanî nîşanî cîhanê da. Wateya şewitandina çekan ew e ku em dixwazin ev mesele bi silh, edalet, demokrasî û hiqûqê were çareserkirin û mafên gelê Kurd di qanûnan de bi fermî werin naskirin.”
Şandeya DBPê piştî Qelqelî û Seravê derbasî navçeya Artemêtan bû û dê li vir jî civînek bê kirin.


















