Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan li Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kir, Omer Ocalan peyama Abdullah Ocalan a Cejna Qurbanê parve kir. Abdullah Ocalan di peyama
xwe de got; “Ez Cejna Qurbanê ya bê qurbanî li gelê me pîroz dikim. Silavan ji gelê xwe re dişînim.”
Biraziyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan têkildarî hevdîtina li Îmraliyê, li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal ev peyam parve kir. Omer Ocalan di peyamê de wiha got: “Me bi wesîleya Cejna Qurbanê bi Birêz Abdullah Ocalan re weke malbata wî hevdîtinek kir. Baweriya me mezin bûye ku pêvajoya bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk, dê re li ber siyaseteke nû, rêxistinbûyîneke nû û afirandina wateyeke nû veke. Di vê dema ku pêşketinên girîng û dîrokî rû didin, ez peyama Birêz Abdullah Ocalan a ji bo cejnê pêşkêşî raya giştî dikim. Abdullah Ocalan d peyama xwe de dibêjie; “Ez Cejna Qurbanê ya bê qurbanî li gelê me pîroz dikim. Silavan ji gelê xwe re dişînim.”