Weqfa Mezopotamyayê kongreya xwe ya asayî ya 5an li dar xist. 25 kes ji bo Heyeta Miteweliyê hat bijartin. Di kongreyê de hat destnîşankirin ku wê di bin sîwana weqfê de zanîngehek Kurdî were avakirin.
Weqfa Mezopotamyayê ya li Amedê xebatên ziman, wêje û berhevkariya çand û folklora Kurdî bi rê ve dibe, kongreya xwe 5an a asayî li dar xist. Kongre li Eywana Konferansê ya Çand Amedê hat lidarxistin. Endamên heyeta mitewil, serok û nûnerên rêxistinên sivîl, Hevşaredarê Wanê Abdullah Zeydan, Hevşaredarên Rezanê Sîraç Çelîk û Leyla Ayaz, Parlamenterê Partiya DEVAyê Mehmet Emîn Ekmen, gelek mamoste, zimanzan û kes beşdarî kongreyê bûn.
Kongreyê bi axaftina Serokê Heyeta Miteweliyê Selîm Olçer dest pê kir.
Selîm Olçer diyar kir ku wan bi zehmetiyek mezin weqfa xwe ava kiriye û weqfa wan ji kesayetên wek rewşenbîr, mamoste û akademîsynan pêk tê. Selîm Olçer bi bîr xist ku dema wan dest bi vê xebatê kiriye di armanca wan de avakirina zanîngehekê hebûye û ji ber têkçûna pêvajoya çareseriyê wan zanîngeh ava nekiriye. Selîm Olçer anî ziman ku wan di şûna zanîngehê de xebatên xwe li ser weqfê dewam kirine û wiha got: “Me tiştek wisa kir ku ev weqf wekî zanîngehekî şixulî. Wisa tiştan anî holê ku; em ji bo standazîkeirina zimanê Kurdî xebitîn. Em ji bo ziman û folklaroa xwe xebitîn. Em ji bo perwerdehiyê û lobiyê xebitîn. Me Rêbera Rastnivîsê, Termonolojiya Perwerdehiyê, Ferhenga Hiqûqê û her wekî din xebatên me pêk hatin. Ji bo xebatên folklorê em ji bo kesan kursan vedikin. Piştî kursan hevalên me derdikevin derve û her tiştê li ser folklorê berhev dikin û em dîjîtalîze dikin. Ev xebat di du kovarên me de tên weşandin.
Em ê zanîngehê ava bikin
Taslake mufredata Kurdî hatiye amadekirin. Heke viya derkeve holê wê hemû zar û neviyên me pir xweş zimanê me hîn bibin. Em ê qefleyê li deriyê weqfa xwe nexin û em ê her bişixulin. Piştî îro divê ev xebatên me zêde bibin ku em zanîngeha xwe ava bikin. Îro an sibê wê ev zanîngeh were avakirin. Bila weqfa me bibe zanîngeha perwerdehiya bi Kurdî. Em xwedî lê derkevin da ku ro bi ro mezin bibe.”
Çîroka weqfê 15 sal berê bûye
Bijartina dîwanê pêk hat. Ahmet Yildirim li ser navê dîwanê axivî û diyar kir ku rêwitiya çîroka weqfê 15 sal berê dest pê kir û ev yek anîn ziman: “Ji bo min yek ji xebatên girîng Weqfa Mezopotamyayê ye. Di serî de ev xebat bi avakirina zanîngehekê dest pê kiribû. Dibe me zanîngeh ava nekir lê belê ev xebat di bin navê weqfê de berdewam kir. Em ê rojekê di bin sîwana weqfê de zanîngeha dihat axaftin dê were avakirin. Em vê sozê didin beşdaran. Em ji bo keda hemû heval û damezrîneran re dikin.”
Demîrtaş û Mizrakli silavên xwe şandin kongreyê
Yildirim da zanîn ku wî serdana Selahattîn Demîrtaş û Selçûk Mizrakli kiriye û wan jî silavên xwe ji beşdarên kongreyê re şandin û serkeftinê xwestin e. Yildirim bi bîr xist ku Selçûk Mizrakli yek ji damezrînerên weqfê ye lê niha girtî ye.
Xebat dewam dikin
Piştre ji damezrînerên weqfê Bahoz Baran bi sînevziyonê behsa xebatên weqfê kir. Bahoz Baran diyar kir ku bi salan e ew li ser standartîzekirina zimanê Kurdî dixebitin û got ku xebatên wan ji bo çar aliyên Kurdistanê berdewam dike.
Paşê beşdar li kursî axivîn û nêrîn û fikrên xwe anîn ziman. Serokê Odeya Bijîşkan a Amedê Veysî Ulgen, Hevşaredarê Navçeya Rezanê Sîraç Çelîk kurte axaftin kirin.
Zeydan: Ziman karê me her kesî ye
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan jî axivî û destnîşan kir ku xebatên ziman û folkloriya Kurdî di heman demê de xebatên parastina nasnameya Kurdbûnê ye û wiha got: “Xebatên weqfê pir hêja û bi nirx in. Di pêvajoya aştiyê ya berê de êrişên dijwar li ser saziyên Kurdan hatin kirin. Tevî êrişan û plana têkbirinê jî Kurdan û saziyên wan li ber xwe dan û li ser pêya man. Kurdan her fikr û raman û hebûna xwe parast. Weqfa Mezopotamyayê jî yek wan xebatan e ku xebatên pîroz ji bo ziman, çand, folklora Kurdî bi rê ve bir. Ziman rûmet û nasnameya me ye. Divê em heta dawiyê zimanê xwe biparêzin. Ziman karê her kesî ye. Divê di serî de em şaredarî û hemû sazî berpirsiyariya xwe ji bo ziman bînin cih.”
Raporên faliyetê û malî hatin xwendin.
Osman Akyil ê ku wek Serokê Heyeta Miteweliyê hat bijartin axivî û behsa xebatên weqfê û zimanê Kurdî kir.
Heyeta Miteweliyê
Ji bo sê salan Heyeta Miteweliyê hat bijartin. Endamên heyetê ev in: “Osman Akyil, Ronahî Onen, Gevriye Atli, Îhsan Ay, Mehmet Racî Bîlîcî, M. Selîm Olçer, Mehmet Gemsîz, Mehmet Kaya, Metîn Kilavûz, Sema Kiliçer, Yuksel Genç, Ayşegul Dogan, Abdullah Zeydan, Nurcan Kaya, Ahmet Yildirim, Mehmet Emîn Ekmen, Cahît Akin, Zeynep Yaş, Selahattîn Çoban, Îmam Taşçier, Burç Baysal, Mesût Beştaş, Sedat Yurttaş, M. Şerîf Çamci, Mahmut Îlhan.”
Ji bo rêveberiya Weqfê jî ev kes hatin bijartin: Gevriye Atli, Îhsan Ay, Mîkaîl Bulbul, Bahoz Baran, Feray Olçer, Cemîl Guneş, Muhlîs Ogûrgul.
Di dawiya kongreyê de Serokê Heyeta Miteweliyê Osman Akyil plaket da serokê heyeta beriya niha Selîm Olçer.