MEBYA-DERa Amedê, li navçeya Pîranê ya Amedê li avahiya DEM Partiyê cangoriyên meha Gulanê bi bîr anî û destnîşan kir ku xwedîderketina cangoriyan erka wan a herî sereke ye.
Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) ya Amedê ji bo cangoriyên meha Gulanê li avahiya Rêxistina DEM Partîyê ya Pîranê, bernameyeke bîranînê lidarxist. Endam û rêveberên MEBYA-DERê û gelek welatî tev li bernameyê bûn. Bername bi deqîqeyekê rêzgirtinê dest pê kir.
‘Em ê xwedî li pevajoyê derkevin’
Di bîranînê de li ser jiyan, têkoşîn û berxwedana cangoriyên meha Gulanê sînevîzyonek hate nîşandan. Malbatên cangoriyan û beşdarên bîranînê bi baldarî sînevîzyonê temaşe kirin û piştî sînevîzyon qediya dirûşma “Şehîd namirin” berz kirin. Piştî nîşandana sînevîzyonê, Hevserokê MEBYA-DERa Amedê Ramazan Dengîz axivî û girîngiya têkoşîna meha Gulanê ya di dîrokê de anî ziman.
Ramazan Dengîz diyar kir ku mîrasa cangoriyan rêya wan ronî dike û qala serhiladên Kurdan ê heta niha hatine destpêkirin kir. Ramazan Dengîz bal kişand ser têkoşîna Tevgera Azadiyê ya Kurd ku di pêşengtiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hatiye meşandin û wiha got: “Em ê heta dawiyê xwedî li bîranîn û têkoşîna wan derkevin. Ev sînevîzyon careke din nîşanî me da ku berxwedana wan hîn jî zindî ye. Weke MEBYA-DERê em ê pêşengiya vê pevajoyê bikin û xwedî li pevajoyê derkevin.”
Serdana goristanan
Piştî bernameya li avahiya partiyê, girseyê serdana gorên cangoriyên li Goristana Dîcleyê kir. Li vir ji bo cangoriyan deqîqeyek rêz hate girtin û dua hatin kirin. Di serdanê de hat destnîşankirin ku xwedîderketina cangoriyan erka wan a herî sereke ye.
Serdan bi dirûşma “Şehîd namirin” bi dawî bû.

















