* Beytar Cîhat Ayar ku li navçeyên Ebex û Erdîşê yên Wanê beytariyê dike, diyar kir ku li Herêma Serhedê ji ber koçberiya ji gundan ber bi bajar û metrepolan ve, qedexeyên zozanan, qirîza aborî û nexweşiyan sewalkarî kêm dibe.
* Di 13’ê hezîranê de Îsraîlê li dijî Îranê dest bi êrîşên hewayî yên berfireh kiribû. Di van êrîşan de 8 serfermandar hatin kuştin. Her wiha di van êrîşan de navendên Îranê yên nukleer û leşkerî hatin hedef girtin. Her çiqasî Îranê li dijî Îsraîlê banga şerê mezin û êrîşên mezin kiribe jî, li hemberî Îsraîlê ev hêza wan tune ye.
* Li New Yorkê di 11ê Îlona 2001ê de êrîşeke birin ser Bercên Cêwî ku bi îhtîmaleke mezin komplo bû, û ya rastî, bi vê êrîş û hewldanê sîstema kapîtalîst ‘Şerê Cîhanê yê Sêyemîn’ da destpêkirin.
* Komeleya Çavdêriya Koçberiyê ya Mezopotamya lê li Navenda Çand Amedê ji bo vegera gundan panelekê pêk bîne. (13.00)