Li Hewlêrê sîstema parastinê balafirek bê mirov xist xwarê, tê gotin balafir a Îranê ye.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin; duh bi şev sîstema parastinê ya Amerîkayê, li asîmanê Hewlêrê balafirek bê mirov a Îranê xistiye xwarê. Tê gotin balafir dema li nêzî konsolxaneya Amerîka ya li Hewlêrê difiriya hatiye xistin.
Tê gotin duh danê siharê jî sîstema parastinê ya Amerîkayê, balafirek bê mirov li ser asîmanê Hewlêrê xistiye xwarê.
Hêjayî gotinê ye di şerê di navbera Îsraîl û Îranê de, asîmanê Iraqê tê bikaranîn û ev jî fikarên li ser berfirehbûna şer zêdetir dike.
Şerê ku di 13ê Hezîranê de bi êrişa Îsraîlê dest pê kiribêu, hîn jî dewam dike.