Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan ji bo hevdîtina bi Şaredarê ÎBBê Ekrem Îmamoglû, parêzer Bekîr Kaya û gelek siyasetmedarên girtî re dê serî li Wezareta Dadê bidin.
Buroya Çapemeniyê ya DEM Partiyê ragihand ku wê heyeta wan a ji Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan, Alîkarê Hevserokên Giştî yê ji Rêveberiyên Xwecihî Berpirsyar Mehmet Ruştu Tîryakî, dê ji bo serdana girtiyên li Girtîgeha Silîvriyê serî li Wezareta Dadê bide. Heyeta DEM Partiyê dê serdana Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) Ekrem Îmamoglû yê li Sîlîvrî girtî ye, Şaredarê Esenyûrtê Ahmet Ozer, Hevşaredarê Wanê yê berê Bekîr Kaya, ji girtiyên Doza Gezî û Parlamenterê Hatayê Can Atalay û girtiyên siyasî Halîl Aksoy û Ahmet Saymadî bike.