• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
15 SIBAT 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    OHD a Colemêrgê kongreya xwe li dar xist

    OHD a Colemêrgê kongreya xwe li dar xist

    Dîmenên nû yên ku malbatên DAIŞê ji kampa Holê direvin hatin weşandin

    Dîmenên nû yên ku malbatên DAIŞê ji kampa Holê direvin hatin weşandin

    Waştişê kurdan û embazanê înan zelal ê: Ganî Abdullah Ocalan azad bibo

    Ji çar hêlên Ewropayê dirûşma ‘Ji Ocalan re azadî ji Rojava re statû’ olan da

    Çalakîyanê ma asteng kenê: Ka way û birayî?

    Banga ji bo meşa li Amedê: Werin em Kurdistanek azad ava bikin

    Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Macron re hevdîtin kir

    Mazlum Ebdî: Em hewldanên Macron pîroz dikin

    Otomatik taslak

    ‘Divê Abdullah Ocalan di şertên azad de bixebite’

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    OHD a Colemêrgê kongreya xwe li dar xist

    OHD a Colemêrgê kongreya xwe li dar xist

    Dîmenên nû yên ku malbatên DAIŞê ji kampa Holê direvin hatin weşandin

    Dîmenên nû yên ku malbatên DAIŞê ji kampa Holê direvin hatin weşandin

    Waştişê kurdan û embazanê înan zelal ê: Ganî Abdullah Ocalan azad bibo

    Ji çar hêlên Ewropayê dirûşma ‘Ji Ocalan re azadî ji Rojava re statû’ olan da

    Çalakîyanê ma asteng kenê: Ka way û birayî?

    Banga ji bo meşa li Amedê: Werin em Kurdistanek azad ava bikin

    Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Macron re hevdîtin kir

    Mazlum Ebdî: Em hewldanên Macron pîroz dikin

    Otomatik taslak

    ‘Divê Abdullah Ocalan di şertên azad de bixebite’

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Poşmantî li girtiyan tê ferzkirin: Berdana 2 girtiyan 6 meh hate taloqkirin

Fexredîn Kiliç / AW

17 HEZÎRAN 2025 - 09:37
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Malbatên girtiyên bi navê Seyda Şîmşek û Firat Bilen ku li Girtîgeha Amedê tên ragirtin diyar kirin ku tevî pêvajoyê jî li girtîgehê zext berdewam dikin, poşmantî li girtiyan tê ferzkirin.  û berdana girtî Firat Bîlen û Mehmet Şirîn Polat du caran bi dema 6 mehan hatiye taloqkirin.

 

Girtiyê bi navê Seyda Şîmşek ku nêzî 30 sal in girtî ye û niha li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2yemîn a Amedê tê ragirtin. Di 30ê Mijdara 2025an de 30 salên wî tijî dibin û divê were berdan. Seyda Şîmşek bi rêzê li Girtîgehên Konya, Ceyhan û Kurkçuler ên Edeneyê, Elbistan a Mereşê, Mêrdînê, Mûşê, Tekîrdagê hatiye ragirtin û niha li Girtîgeha Amedê tê ragirtin. Birayê Seyda Şîmşek, Hesen Şîmşek duh bi birayê xwe re hevdîtin pêk anî, têkildarî binpêkirinên mafên girtiyan ji ajansa me re axivî.

‘Şert û mercên zindanê hinekê dijwar in’

Hesen Şîmşek da zanîn ku weke malbat nîv saetê hevdîtin kirin e û wiha got: “Got şert û mercên zindanê hinekê dijwar in û rêveberiya zindanê zextan wan dikin. Ne tene li wan li girtiyên din jî dikin. Hinek hevalan cezayê li wan hatiye birîn xelas bûye jî berdana wan du caran hatiye taloqkirin. Berdana Firat Bîlen û Mehmet Şirîn Polat du caran ji bo dema 6 mehan hatiye taloqkirin.”

 

‘Poşmantiyê ferzî hevalan dikin’

Hesen Şîmşek bi lêv kir ku girtî hatin û çûyîna nexweşxaneyê jî pirsigirêkan dijîn û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Li gorî pêvajoyê nêzîkbûna midurê girtîgehê ne baş e. Dozgerê Înfazê par gazî birayê min kiribû jê re gotibû vaye 29 salên te xelas bûn divê em te berdin. Lê divê tu jî bêjî ‘ez poşman im.’ Ew jî dibêje ‘ez ne poşman im, kesên ez xistime vir bila poşman bin’. Poşmantiyê ferzî gelek hevalan dikin. Heval jî vê qebûl nakin. Piştî vê qebûl nakin dibêjin ji bo ku bêjin ‘em poşman in’ şert û mercên wan giran bikin. Lê hevalên girtî dibêjin, ‘bila baş bizanibin em ne poşman in’.”

 

‘Di vê pêvajoyê de her ku diçe pirsgirêk zêde dibin’

Hesen Şîmşek bal kişand ser pêvajoya heyî û ev tişt gotin: “Seyda got divê di vê pêvajoyê de şert û mercên wan ne girantir siviktir bin lê mixabin berovajiyê wê dikin. Ji ber vê yeke her ku diçe pirsgirêk mezin dibin. Em dixwazin civak ji vê agahdar be. Girtî dixwazin raya giştî, saziyên malbatên girtiyan li ser vê meseleyê bisekinin, parêzer, parlamenterên di Komîsyona Edaletê ya Meclisê de biçin serdana wan.”

Banga xwedîderketinê

Hesen Şîmşek xwest ku civak xwedî li girtiyan derkeve û ev bang kir: “Em dixwazin parlamenterên me xwedî li girtiyan derkevin û li Meclisê bînin ziman û parêzer bila biçin hevdîtina wan.”

‘Bi awayekî keyfî berdanan taloq dikin’

Birayê girtî Firat Bîlen (26) ku di 2yê Gulana 2017an de hate girtin û niha li li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2yemîn a Amedê tê ragirtin, Ahmet Bîlen jî da zanîn ku divê birayê wî di Îlona 2024an de hatibûya berdan û wiha got: “Bi hinceta cezayê wî yê hucreyê heye berdana wî 6 mehan hatibû taloqkirin. Piştî 6 mehên wî tejî bûn midûrê girtîgehê û sergargiyan gazî wî kirine û gotine tu nikarî ji vir derkevî. Dema kekê min sedemê wê dipirse bêyî sedem nîşan bidin, bi awayekî keyfî bi hinceta ‘ne di rewşeke baş de ye’ berdana wî dîsa 6 mehan taloq dikin. Dibêjin hûn ketine çalakiya greva birçîbûnê, ketiyî hucreyê. Kekê min jî dibêje ‘ji xwe ji ber vê yekê we carekê 6 mehan taloq kir, hûn vê carê ji ber çi taloq dikin?’. Ew jî jê re dibêjin ‘Hûn derkevin derve dibe ku hûn sûc bikin ji ber wê hûn nikarin derkevin’.”

Etîket: Firat BîlenGirtîgeha AmedêMehmet Şirîn PolatSeyda Şîmşektaloqkirin
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Xwestin pêşî li provokasyonên li girtîgehan bê girtin

8 TEBAX 2025
Ev bû sê caran berdana wî tê taloqkirin

Ev bû sê caran berdana wî tê taloqkirin

8 TEBAX 2025
Berdana girtî Bayar cara 2yemîn taloq kirin

Berdana girtî Bayar cara 2yemîn taloq kirin

16 TÎRMEH 2025
Dadgehê danişîna rojnamegeran taloq kir

Dadgehê danişîna rojnamegeran taloq kir

16 ÇILE 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bakurê Kurdistanê sibê ji bo taxên Kurdan dadikeve qadan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • SIBAT 2026 (546)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne