Enqere – Parlamenterê Partiya DEVAyê Mehmet Emîn Ekmen anî ziman ku zextên desthilatê û gav neavêtin baweriya civakê ya ji bo pêvajoyê kêm dike û got: “Ji bo derxistina qanûnan hewcehî bi şertan tune ye. Ya girîng ew e ku dewlet rê ji bo endamên rêxistinê yên dixwazin tev li pêvajoyê bibin veke, ji bo vê hewcehiyê jî pêdivî li bendamayîna gav avêtina rêxistinê jî nîn e.”
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê zêdetirî salekê ye didome, li benda çêkirina qanûnan e. Piştî bi derxistina rapora hevpar a komîsyona meclisê, çavê raya giştî li bendê ye kuçêkirina qanûnan destpê bike. Tevî Komîsyona Meclise ev zêdetirî 2 meh in xebatên xwe bi dawî kirine jî ji bo çêkirina qanûnan hêj jî demekê diyarkirî nehatiyê rojevê. Partiyên di parlamentoya Tirkiyeyê de ne MHPê jî di nav de hemû partî ji bilî partiya desthilatê AKPê daxwaza çêkirina qanûnan dikin. Lê ji aliyê desthilata AKPê ve ji bo çêkirina qanûnan tiştekî şênber nehatiyê gotin.
Li gor rapora hevpar a Komîsyona Meclîsê ku ji bilî partiyekê hemû partiyên di parlamentoyê de li ser raporê li hev kiribûn, biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa ya derbarê girtiyên siyasî de dabû dê bihata pêkanîn û dê pêşî li demokratîkbûna Tirkiyeyê vebûba. Piştî bi dawîbûna xebatên komîsyonê ji bo çêkirina qanûnan heta piştî Cejna Remazanê dem hatibû dayin lê pêvajoya çêkirina qanûnan her tim ji aliyê desthilatê ve tê taloqkirin. Gav neavetina desthilatê yek jî rojeva serekê ya Bakurê Kurdistanê û Tİrkiyeyê ye. Parlamenterê Partiya DEVAyê Mehmet Emîn Ekmen ê di Komîsyona Meclîse de jî cih girtibû, tekildarî qonaxa pêvajoyê gehiştiye û derengxistina çêkirina qanûnan ji Ajansa Welat (AW) re axivî.
‘Di pêvajoyê de xitimînek heye’
Mehmet Emîn Ekmen bi lêv kir ku çênekirina qanûnan nîşan dide ku di pêvajoyê de xitimîn ango lihevnekirinek heye û wiha axivî: “Rapora hevpar di meha Sibatê de hat weşandin. Me dikarî di meha Adarê de li ser çêkirina qanûnan bixebitiya. Gelek caran hat ziman ku piştî Cejna Remazanê Serokê Meclise birêz Numan Kurtulmuş dê bang li koordînatorên partiyên siyasî bike û ji bo xebatên qanûnî dê bingeheke hevpar peyda bikin. Lê herî dawî birêz Kurtulmuş got, ‘Berpirsyarî ya partiyên siyasî ye’ û vekişiya. Di pêvajoyên wiha de hewldanên birêz Numan Kurtulmuş dibînin. Em wisa texmîn dikin ku ew rewş ji ber rêveberina dewletê ya pêvajoyê ve alaqadar e. Em wisa fehm dikin ku di pêvajoya sala par şikeftên ku ji aliyê rêxistinê ve di mehên Tirmeh û Tebaxê de hatibûn valakirin de xitimînek heye. Di meha Tirmeh û Tebaxê de 2 an jî 3 şikeft hatibûn valakirin. Valakirina şikeftan gavên mezin bûn. Lê diyar e berdewamiya wê nehatiyê. Tê gotin ku sedema rawestandina çêkirina qanûnan jî bi vê re giredayî ye.”
‘Zext û neavetina gavan baweriya ji bo pêvajoyê kêm dike’
Di berdewama axaftina xwe de Mehmet Emîn Ekmen destnîşan kir ku neavetina gavên dewletê baweriya ji bo pêvajoyê kêm dike û wiha pê de çû: “Bi dawîbûna sepana qeyûman, dozên derbarê CHPê de hatibûn vekirin qet ne be li gor hiqûqê bihata meşandin, dê ji bo baweriya pêvajoyê gavên erênî bûna. Lê zextên li ser muxalefetê û neavetina gavan baweriya ji bo pêvajoyê kêm dike. Piştgirî hebe jî bawerî kêm dibe.”
‘Divê çêkirina qanûnan neyê derengxistin’
Mehmet Emîn Ekmen anî ziman ku piştî biryara fesîxkirinê ya rêxistinê, bêyî hewcehî bi tespît û teyîdê, divê qanûn bihata çêkirin û wiha got: “Divê çêkirina qanûnan neyê derengxistin. li pêşiya me mehên Gulan, Hezîran û Tirmehê hene. Di navbera derxistina qanûnan û ketina meriyetê ya qanûnan û hilbijartinê de divê herî kêm 6 meh an jî salek hebe. Ji bo pêvajo bi rêk û pêk berdewam bike divê stresa siyasî li ser pêvajoyê kêm be. Dema qanûn derket divê yên şert û mercên wan li gor qanûnê bin û heke pêkan be hemû werin tevlî vê qanûnê bibin. Divê wijdanê civakî neyê birîndarkirin û bi tecrûbeyên derbasbûyî bi awayekî ku hemû kes dê tevlî qanûnê bibin, çerçoveyek were amadekirin. Derxistina qanûnan zirarê nade dewletê. Qanûn dê piştgiriya fesîxkirina rêxistinê û veguherîna wan a siyasî xurt bike. Ji bo derxistina qanûnan hewcehî bi şertan tune ye. Ya girîng dewlet rê ji bo endamên rêxistinê ku dixwazin tevlî pêvajoyê bibin veke. Ji bo vê hewcehî li bendêmayîna gav avetina rêxistinê tune ye.”
‘Divê Selahattîn Demîrtaş û hevalên wî bên berdan’
Mehmet Emîn Ekmen bal kişand ser biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa yên derbarê girtiyên siyasî de û axaftina xwe wiha domand: “Beyî çêkirina qanûnan gavên pêwîste bên avetin hene. Di serî de divê Selahattîn Demîrtaş û hevalên wî ku derbarê wan de biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa heye bên berdan. Avetina vê gavê baweriya ji bo pêvajoyê jî dê mezintir bike.”
‘Dibe ku ji bo karibe bi rola xwe rabe pêdiviya Ocalan bi çend tiştên pratîkî hebe’
Mehmet Emîn Ekmen diyar kir ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan karibe bi rola xwe rabe hewcehî bicihanîna pêwîstiyan heye û axaftina xwe wiha qedand: “Dewletê muxatabiya Ocalan qebûl kiriye û pêvajoyê jî li ser Ocalan dimeşîne. Diyar e hemû pêvajoyên bi rêxistinê re bi Ocalan re birêve dibe. Ew ne tenê qebûlkirina dewletê ye, di heman demê de tercîha dewletê jî ye. Di bingeha pêvajoyê de jî mekanîzmayeke ku Ocalan di navendê de cih digire hatiyê avakirin. Ocalan di navbera Qendîl û Dewletê de û di navbera Suriye û dewletê de pêvajoyê birêve dibe. Dibe ku ji bo Ocalan karibe bi rola xwe rabe hewcehiya wî bi çend tiştên pratîkî hebe. Berê onlînê û heta rûbirû derfet hatibû avakirin. Lê nîqaşên li ser rewşa Ocalan dibe sedem ku pêvajo hêdî bimeşe. Ji ber wê jî ji bo pêvajo bi awayekî rêk û pêk bi rê ve biçe divê ji bo pêvajo bi awayekî serkêftî encam bibe û piştre jî ji bo kesên piştevaniya wan ji pêvajoyê çêbûye qanûn bên çêkirin.”













