Di çarçoveya lêpirsina li Artvînê derbarê rojnamegeran de hatibû destpêkirin, 4 rojnameger hatin girtin.
Serdozgeriya Komarê ya Artvînê derbarê rojnamegeran de lêpirsînek hatibû destpêkirin. Di çarçoveya vê lêpirsînê de roja 13ê Hezîranê li Stenbolê polîsan avêt ser mala rojnamegeran. 6 jê rojnamegera bi giştî 7 kes hatin binçavkirin. Binçavkiriyan birin Artvînê. Duh rojnameger derketin pêşberî dadgeriyê û karûbarên îfadedayînê heta derengiya şevê dewam kir. Ji rojnamegeran Ozan Cirik, Dîcle Başturk, Yavuz Akengîn û Eylem Emel Yilmaz bi îdiaya “endamên rêxistinê ne” ji aliyê Dadgeha Cezayê Sulhê ya Artvînê ve hatin girtin.
Semra Melek û Melîsa Efe jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.