Li navçeya Ceyhanê jina bi navê Sebahat Atabey hate kuştin.
Li navçeya Ceyhanê ya Edeneyê jina bi navê Sebahat Atabey (33) a xwediyê 5 zarokên roja 25ê hezîranê ji aliye tiyê xwe ve rastî êrîşê hat. Atabey a ku bi derbên kêrê birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Ceyhanê. Tevî hemû hewldanan Atabey îro serê sibê jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê Atabey ji bo otopsiye birin Edeneyê û kujer Eyup Atabey hat binçavkirin.
Dê cenazeyê Atabey piştî otopsiye bînin navçeya Cizîrê ya Şirnexê û li vi dê were definkirin.