Li Êlihê bi girseyî çûn serdana şîna endamê HPGê Mûsa Kaya. Şîna Kaya dê heta 3 rojan bidome.
Endamê HPG’ê Mûsa Kaya (Bahoz Şîlan), di 12ê çileyê de li herêma Zapê di encama êrîşî hewayî ya dewleta tirk de jiyana xwe ji dest da. Ji bo Kaya, li gundê Balîka yê bajarokê Kaniya Henê yê Êlihê şîn hate danîn. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî jî di nav de gelek kes bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî, Piştevanî, Çand û Yekitiyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirina re (MEBYA-DER) çûn serdana şînê.
Dayika Aştiyê Meyaser Akdag di şînê de axivî û got ku tevî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî hêj cenaze tên. Meyaser Akdagê, got: “Çi dibe bila bibe ev gel ji têkoşîna xwe paşvegavê naavêje. Di serî de malbata Kaya, serê tevahiya gelê me sax be.”
Bavê Kaya, Mehmet Alî Kaya jî got ku kurê wî ne zarokê wî lê zarokê tevahiya gelê Kurd e û ev tişt anî ziman: “Ji bo rûmet û şerefa gelê Kurd canê xwe feda kir. Bi wî serbilind û serfiraz im.”
Di dema axaftinan de gelek caran dirûşma “Şehîd namirin” hat berzkirin. Şîna ji bo Kaya dê 3 rojan bidome.