Komên çeteyan ên girêdayî Tirkiyeyê li Efrînê 20 kesen ku vegeriyan malên xwe dîl girtin û xwestin pereyan ji wan bistînin.
Komên çeteyan ên girêdayî Tirkiyeyê 20 kesên ku piştî êrîşa li dijî Şehbayê dîsa vegeriyan gundên xwe û xwestin biçin malên xwe dîl girtin. Komên çeteyan ji bo kesan berdin pere ji wan xwestin. Bi taybetî di rojên dawî de li Qada ‘Şaxê Zeytûnê’ komên çeteyan bi awayekî keyfî mirovan dîl digirin û pereyan ji wan dixwazin. Di 12ê Kanûnê de 3 sivîlên ku xwestin vegerin warên xwe, ji aliyên komên çeteyan ve hatin revandin û binçavkirin. Komên çteeyan di 11ê Kanûnê de 3 sivîl, di 8 û 9ê Kanûnê de 4 sivîl, di 9ê Kanûnê de ciwanek binçav kirin û girtin.