Bedlîs – Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Tatwanê, di roja 8an de mazûvaniya hunermendên ji Bakur, Başûr û Rojhilat kir û bi rêya hunerê sê perçe Kurdistan gihand hev.
Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Tetwanê ku bi dirûşma “Em rêya aştiyê bi hunera azad re dihonin” tê lidarxistin, di roja 8an de bi hunermendên ji Bakur, Başûr û Rojhilat hatî berdewam kir. Ewilî ji Başûr hunermenda ciwan Kewyar ku ji bajarê Silêmaniyê tev li mîhrîcanê dibe, derket ser dikê. Kewyarê bi stranên xwe yên bi zaraveya Soranî guhdarvan mest kir. Dû re ji Bakur hunermend Arhat derket ser dikê û guhdarvanan bi stranên wî yên şoreşgerî demeke xweş derbas kirin.
Herî dawî jî ji Rojhilat hunermend Faraz û koma xwe derketin ser dikê û stranên xwe yên herêmî yên bi zaraveya Soranî ji bo guhdarvanan gotin. Guhdarvanan demeke dirêj govend gerandin û kêfxweşiyên xwe bi çepik û tîlîliyan anîn ziman.
Şaredariya Tetwanê plaket da her sê hunermendan û roja 8an ya mîhrîcanê bi dawî bû.