• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
02 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Wanê zarokek hat girtin

    Li Stenbolê 14 kes hate girtin

     Li Wanê 1ê Gulanê: Aboriyê ne ji bo şer, ji bo karkeran xercbikin

     Li Wanê 1ê Gulanê: Aboriyê ne ji bo şer, ji bo karkeran xercbikin

    Bîlançoya Taksîmê: 576 kes hatin binçavkirin

    Bîlançoya Taksîmê: 576 kes hatin binçavkirin

    Li Sêrt û Êlihê 1ê Gulanê bi girseyî hate pîrozkirin

    Li Sêrt û Êlihê 1ê Gulanê bi girseyî hate pîrozkirin

    Hatîmogûllari li Wanê axivî: Tevî astengiyan jî ‘çemê aştiyê’ diherike

    Hatîmogûllari li Wanê axivî: Tevî astengiyan jî ‘çemê aştiyê’ diherike

    Li Kadikoyê herî kêm 5 kes hatin binçavkirin

    Li Kadikoyê herî kêm 5 kes hatin binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Wanê zarokek hat girtin

    Li Stenbolê 14 kes hate girtin

     Li Wanê 1ê Gulanê: Aboriyê ne ji bo şer, ji bo karkeran xercbikin

     Li Wanê 1ê Gulanê: Aboriyê ne ji bo şer, ji bo karkeran xercbikin

    Bîlançoya Taksîmê: 576 kes hatin binçavkirin

    Bîlançoya Taksîmê: 576 kes hatin binçavkirin

    Li Sêrt û Êlihê 1ê Gulanê bi girseyî hate pîrozkirin

    Li Sêrt û Êlihê 1ê Gulanê bi girseyî hate pîrozkirin

    Hatîmogûllari li Wanê axivî: Tevî astengiyan jî ‘çemê aştiyê’ diherike

    Hatîmogûllari li Wanê axivî: Tevî astengiyan jî ‘çemê aştiyê’ diherike

    Li Kadikoyê herî kêm 5 kes hatin binçavkirin

    Li Kadikoyê herî kêm 5 kes hatin binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Gel di civinan de dixwaze aliyê rêxistinî bê xurtkirin

Navenda Nûçeyan /AW

5 TÎRMEH 2025 - 09:24
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Di pêşengiya TJA, DBP û DEM Parityê de civînên gel ên der barê banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Aştî û Civaka Demokratîk de hefteyek e didomin. Gel di civînan de aştî û aramiyê dixwaze. Dixwaze rêxistinên bajar û navçeyan komînan ava bikin û bêtir di nava gel de diyalog û temasê xurt bikin.
Gel piştgiriyê dide banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bawer dike ku bi Aştî û Civaka Demokratîk bi ser bikevin. 

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de banga Aştî û Civaka Demokratîk kir. Di bangê de got: “Rêzgirtina nasnameyan, azadiya ramanê, rêxistinbûna demokratîk, avakirina civakî-aborî û siyasî ya hemû pêkhateyan, tenê bi hebûna civak û qada siyasî ya demokratîk mimkin e” û xwest bêtir Kurd bêtir siyaseta demokratîk pêş bixin. Dîsa di peyama ku ji bo jin û ciwanan şandibû de jî xwest ku li her derê xwe bi rêxistin bikin. Li ser banga Rêberê Gelê  Kurd Abdullah Ocalan Rêxistinên TJA, DBP û DEM Partiyê plansaziya nêzî 2 hezar civînên gel amade kir û li gelek bajarên Kurdistanê dest bi civînên gel kir. Di çarçoveya plansaziya civînên gel de di serî de li Amedê li gelek bajarên din jî civînên gel tên li darxistin. Li Amed û navçeyên wê hefteyek e her şev li tax û navçeyan civîn tên lidarxistin. Di rojên dawî de li Agirî, Îdir, Şirnex û gelek bajarên din jî civînên gel tên lidarxistin. Di civînan de dîwan perspektifa ku ji bo pêvajoyê hatiye amadekirin bi pêkhateya civînê re parve dike. Di civînê de pirs û nirxandinên gel tên girtin û li ser wan pirsan nirxandin tên kirin.

‘Diyaloga bi gel re xurt bikin’

Di çarçoveya civînên gel ên ji bo nirxandina pêvajoyê û parvekirina perspektifa bagna 27ê Sibatê ku Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan bi raya giştî re parve kiriye de, şevê din jî li Navçeyên Hênê û Bismilê yên Amedê civîna gel hatin lidarxistin.  Di civînan de bi sedan kes amade bûn. Li Navçeya Hênê bi tevlêbûna nêzî 100 kesan civîn pêk hat. Di civinê de welatiyan anîn ziman ku fikarên wan ji dewletê heye ku dîsa Kurdan bixapînin û xwestin vê carê neyên xapandin. Welatiyan destnîşan kirin ku di nava partiyê de rêxistinî û diyaloga bi gel re lawaz e û xwestin beriya her tiştî aliyê rêxistinî û temasa bi gel re bê zêdekirin.

Li gundê Îsapar ê navçeya Bismilê jî civîna gel hat lidarxistin. Di civînê de zêdetirî 100 welatî amade bûn. Li vir jî heman daxwaz û rêxne hatin kirin. Welatiyan anîn ziman ku ew heta dawî piştgirî didin banga “Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gotin: “Ji bo ku ev pêvajoya dest pê kiriye bi ser bikeve em ê têkoşîna xwe xurtir bikin. Bi salane dayîkên me daxwaza aştiyê dikirin. Ev bang ji bo pêkhatina daxwazên dayikan ên aştiyeke mayînde derfetan diafirîne. Em ê bı Perspektîfa “Aştî û Civaka Demokratîk Bi Ser Bikevin.”

Îdir

Li Taxa Ozgur a Navenda Îdirê jî civîna ewil a gel hat lidarxistin. Zêdeditî  100 welatî beşdarî civînê bûn. Li vir jî civînê bi rêzgirtinê û parvekirina perspektifê dest pê kir. Di civînê de welatiyan anîn ziman ku ew aştî û aramiyê dixwazin û dixwazin Kurd tifaqa xwe xurt bikin.

 

Etîket: Abdullah OcalanCivînên gelperspektif
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Zekî Bayhan: Divê bi milyonan kes dakevin kolanan û aştiyê ferz bikin

Zekî Bayhan: Divê bi milyonan kes dakevin kolanan û aştiyê ferz bikin

30 NÎSAN 2026
Heyeta Îmraliyê: Aştî bi hiqûqê dikare were mayîndekirin

Heyeta Îmraliyê: Nêrînên birêz Ocalan berevajî tên nîşandan

29 NÎSAN 2026
Temellî: Divê zemîneke qanûnî yê muzakereyê hebe

Temellî: Divê zemîneke qanûnî yê muzakereyê hebe

27 NÎSAN 2026
DOSYE – Ji tarîtiyê ber bi ronahiyê ve – 1  Di ser komploya 15ê Sibatê re 27 sal derbas bûn

Ji 15 sendîkayên Ewropî banga ji bo Abdullah Ocalan: Mafê hêviyê nas bikin

27 NÎSAN 2026
Şînasî Atabey: Statûkoya sedsalî perçe dibe, serdema aqilê stratejîk ê Kurdan e

Şînasî Atabey: Statûkoya sedsalî perçe dibe, serdema aqilê stratejîk ê Kurdan e

27 NÎSAN 2026
Konferansa Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk dest pê kir

Konferansa Yekîtiya Neteweyî: Yekîtî êdî ne tercîh, mecbûriyet e

26 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Di pîrozbahiyên 1ê Gulanê de wêneyên Abdullah Ocalan hatin vekirin

    Di pîrozbahiyên 1ê Gulanê de wêneyên Abdullah Ocalan hatin vekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Wanê bi hezaran karker ji bo ‘Aştî û Demokrasiyê’ meşiyan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê bi hezaran karker û kedkar herikîn qada Îstasyonê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Xebatên xwe li ser civaka demokratîk û azadiya jinan bi rê ve dibin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Sedema herî mezin ya bindestiya sed salan, nebûna Yekîtiya Neteweyî ye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hevserokê DEM Partiya Colemêrgê: Desthilat li ser Colemêrgê cihêkariyê dike 

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tîryakî: Ji bo ku meseleya Kurdan bê çareserkirin divê cezayê Siddik Akiş bê betalkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • 1ê Gulana Stenbolê: Aştî hêviya kedkar, jin, zarok û ciwanan e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amed, Wan, Dêrsim û Stenbolê mitîngên 1ê Gulanê dest pê kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (26)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne