• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
28 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Nedîm Orûç: Her çiqas karê me wekî sûc bibînin jî em ê rastiyê ragihînin

    Nedîm Orûç: Her çiqas karê me wekî sûc bibînin jî em ê rastiyê ragihînin

    Li Stenbolê serdegirtinên malan: Gelek kes hatin binçavkirin

    Li Stenbolê serdegirtinên malan: Gelek kes hatin binçavkirin

    Qeyim û şaredarê AKPê yê berê ji ‘gendeliyê’ hate girtin

    Qeyim û şaredarê AKPê yê berê ji ‘gendeliyê’ hate girtin

    ROJEVA 15ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 28ê NÎSANA 2026an

    Berxwedêra Akbelenê Esra Işik nehat berdan

    Berxwedêra Akbelenê Esra Işik nehat berdan

    Midûrê emniyetê di dosyeya Gulistan Doku de îfade da

    Midûrê emniyetê di dosyeya Gulistan Doku de îfade da

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Hevşaredarê Pasûrê: Dewlet ji bo berjewendiya sermayeyê dixebite

Omer Demîr /AW

10 TÎRMEH 2025 - 09:17
Kategorî: EKOLOJÎ, MANŞET
A A
Amed – Hevşeredarê Pasûre Mûrat Îpek têkildarî talankirina Zozanên Hesendînê diyar kir ku şîrketên madenê li dijî zagonan lêgerîna madenê dikin û xwezayê talan dikin.

Şêniyên Zozanên Hesendînê ev çend sal in li dijî bêhiqûqiya Şîrketa Anonîm a Madenvanî û Bazirganiya Derve ya Pasûrê li ber xwe dide. Gel di dawiyê de dest bi çalakiya nobetê kir. Şeniyên herêmê diyar kirin ku piştî lêgerîna madenan ava wan a li herêmê kêm bûye. Hevşaredarê Pasûrê Murat Îpek ku ji bo piştgiriyê bide çalakiya welatiyan tev li çalakiyê bû, ji ajansa me re axivî.

‘Av jîyan e’

Murat Îpek diyar kir ku ev du sal in şîrketek dixwazê Zozanên Hesendînê talanbike û wiha got: “Xelkê ku li derdorê dijî bertek nîşan dide. Zozanên li vir çavkaniya gundên me yên li derdorê ye. Ajalên xwe tînin vir. Av jiyan e, ji bo debarê jî tiştê sereke ye. Em jî ji bo piştgiriyê bidin gundiyan li vir in. Em ji bo xwezaya Kurdistanê li vir in. Li Geliyê Zorê heta ku Gavgazê, Çiksê jî bi lêgerîna madenan û GES û HESan dixwazin me ji çand û gundê me dûr bixin. Di salên 90î de bi destê zorê xwestin pêk bînin lê îro bi destê madenan dixwazin vê tiştê pêk bînin.”

‘Salên 90î bi rêya şer îro jî bi destê sermayeyê zozanan vala dikin’

Murat Îpek destnîşan kir ku dê siberojê hesabên madenên cuda cuda bikin û wiha pê de çû: “Tê xwestin ku li vir gaza zinaran derxin. Ji bo derxistina gaza zinaran jî bi tonan av hewce ye. Siberojê dîsa dê çav berdin çiyayên me. Gel û em vê tiştê dizanin. Sermaye nikarê me ji ava me qut bike. Wezaret bi zanebûnî di fermiyetê de navê wan çiyayan nanivîsîne. Dema ku zozan binivîsin, bertek dê bên nîşandan. Lewma li Zozanên Hesendînê jî vê tiştê pêk tînin. Di salên 90î de çawa bi rêya şer li zozanan vala dikirin îro jî bi destê sermayeyê vê tiştê dikin. Tê xwestin ku gel ji hişmendiya xwe dûr bikeve.”

‘Rapora ÇEDê tune ye’

Murat Îpek bi bîr xist ku av ji bo herêmê gelek giring e û ev tişt anî ziman: “Ev av diçe 8 gund û gundewaran. Bi avê gel derbara xwe dike. Dema li vir makîne bên xebitandin gundî nikarin li vir bijîn. Di dawiyê de neçar dimînin koçî metropolan bikin. Li wir jî dê bi awayekî ji çanda xwe dûr bijîn. Ev du sal in xelkê li vir dixwaze li zozanên xwe bijîn. Ji xwe rapora ÇEDê ya şîrketê jî tune ye. Ev bêhiqûqî ne. Xelkê me ye li vir dijîn jibona vê malên xwe ji sermayeyê re bernadin.”

‘Sermaye ji şîrketê re şîrket jî ji sermayeyê re dixebite’

Murat Îpek diyar kir ku ji aliyê zagonan ve divê şîrket destûr ji şaredariyê xwestibûya û axaftina xwe wiha bidawî kir: “Şîrketê ji xwe re çend kîlometreyan rê vekir. Dewlet ji bo rê çêbike dikare bi zivistanê makîneyan derxe zozanan lê dema ku ji bo berjewemendiya gel bê pere tune ye. Sermaye ji şîrketê re şîrket jî ji sermayê re dixebite.”

Etîket: Hevşaredarê Pasûrê Mûrat ÎpekmadenvanîPasûrZozanên Hesendînê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li 7 navçeyên Amedê agirê Newrozê geş bû: Divê birêz Ocalan demildest azad bibe

Li 7 navçeyên Amedê agirê Newrozê geş bû: Divê birêz Ocalan demildest azad bibe

17 ADAR 2026
Îlhan Dayan: Divê dil, mejî û ruh bikin Kurdî

Îlhan Dayan: Divê dil, mejî û ruh bikin Kurdî

13 KANÛN 2025
‘Em ê av û axa xwe biparêzin’

‘Em ê av û axa xwe biparêzin’

24 MIJDAR 2025
Li dijî talana Dorşînê dar û berû çandin

Li dijî talana Dorşînê dar û berû çandin

23 MIJDAR 2025
Platforma Ked û Demokrasiyê qezaya karkeran şermezar kir

Platforma Ked û Demokrasiyê qezaya karkeran şermezar kir

13 MIJDAR 2025
Îskeleya pirê hilweşiya: 3 karker mirin, 2 jî birîndar bûn| HATE NÛKIRIN

Îskeleya pirê hilweşiya: 3 karker mirin, 2 jî birîndar bûn| HATE NÛKIRIN

11 MIJDAR 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Nedîm Orûç: Her çiqas karê me wekî sûc bibînin jî em ê rastiyê ragihînin

    Nedîm Orûç: Her çiqas karê me wekî sûc bibînin jî em ê rastiyê ragihînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ÎHDê li gelek bajaran daxuyanî da: Divê qanûn werin çêkirin û gavên bi lez bên avêtin HATE NÛKIRIN

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Colemêrgê 18 roj in rê girtî ye, gel perîşan e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Platforma Manîsayê: Em ê ji bo mafên xwe û aştiyê li qadan bin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Karkerê Veguherîna Bermahiyan: Bila pergal bizane ku em hene

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li gundewarên Kobaniyê provokasyona komên Tirkiye û Şamê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Encamnameya konferansa yekîtiyê: Berjewendiyên takekesî û siyasî bidin aliyekî dema yekîtiyê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Karkeran barîkatên polîsan hilweşandin: Serokê Sendîkayê hate binçavkirin HATE NÛKIRIN

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tayîp Temel: Em li bendê ne ku pêşnûmeyên zagonan bên parvekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hiqûqzan Muslum Dalar: Naskirina ziman dê di aştiya civakî de roleke girîng pêk bîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (978)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne