Di çarçoveya Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Tetwanê de ji bo zarokan çalakî hatin lidarxistin.
Di çarçoveya Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Tetwanê de li Parka Milet a Tetwanê ji bo zarokan çalakî hatin lidarxistin. Tîma Zarok Mayê ji bo zarokan kargeha wêne, rîtîm û stranan li dar xist û dûre jî lîstika şanoyê ya bi navê “Sê Ezezok” a Şanoya Bajêr a Amedê hat lîstin. Li cihê çalakiyê wêneyên dengbêj û hunermendên Kurd ên navdar û flamayên Zarok Ma, Gerok Ma û Ma Musîcê hatin daliqandin. Zarok û malbatan eleqeye mezin nîşanî kargeh û lîstikê dan û zarokan demên xweş derbas kirin.
Ewilî potek spî li erdê hat raxistin û zarokan bi boyaxê li ser vê potê wêne xêz kirin. Malbat û zarokan pota ku boyax kirî li cihê çalakiyê daliqandin. Dûre kargeha rîtmê hat lidarxistin û zarokan bi hev re rîtîm girtin, stran gotin û koroyek çêkirin. Herî dawî jî lîstika Sê Ezezok ji bo zarokan hat lîstin.