Bedlîs – Li Gundê Porê yê li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê di nava zinaran de şikeftên hatine çêkirin hem şopên dîrokî yên Ûrartûyan dihewîne hem jî bî dîmenên xwe ve dişibe şibakeyek ji bihûştê.
Şikeftên gundê Porê ku 20-25 kîlometre ji navçeya Tetwana ya Bedlîsê dûr e, şopên dîrokî yên serdema Ûrartûyan dihewîne. Gundê Porê û şikeftên dîrokî ku li qeraxa Gola Wanê ne bi xweşiktiya xwe û dîroka ve di mehên havînê de ji hezaran geştiyaran re mazûvaniyê dikin. Şikeftên Gundê Porê ku di nava zinaran de hatine çêkirin, bi dîrokbûn û hênikahiya xwe ve kesên tên li herêmê pêşwazî dike.
Şikeftên Gundê Porê ku di sala 2016an de ji aliyê Lijneya Herêmî ya Parastina Hebûnên Çandî ya Wanê ve wekî mîrateyeke çandî hatin diyarkirin. Şikeft bi dîmenên xwe ve wek şibakeyekî li Behra Wanê dinêre, xwedî taybetî û aramiyeke bêhempa ye.














